Leşkerên Tirk girtiyê nexweş ê 83 salî bi kelepçekirî bir nexweşxaneyê

Girtiyê nexweş ê 83 salî Mehmet Emîn Ozkan ku 25 sal e girtî ye, leşkerên Tirk ew bi awayekî  kelepçekirî bir nexweşxaneyê.

Leşkerên Tirk girtiyê nexweş ê 83 salî bi kelepçekirî bir nexweşxaneyê
26 gulan, 2021   11:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Duh serê sibê rewşa girtiyê nexweş Mehmet Emîn Ozkan (Apê Dedo) xera bû. Leşkerên Tirk kelebçe li destê Ozkan dan, ketin milê wî û bi kelebçekirî birin Nexweşxaneya Amedê.

Li nexweşxanyê Ozkan bi textê razanê ve kelebçe kirin. Di dîmenan de ku li ber nexweşxaneyê hatine girtin, tê dîtin ku Ozkan bi zehmetî xwe li ser pêyan digire û her du destên wî  kelebçekirî ne.

Malbata Ozkan ji bo ku li nexweşxaneyê lê binêrin serî li Serdozgeriyê û Rêveberiya Girtîgeha Amedê da.

Ozkan 25 sal e girtî ye. Heta niha 5 caran krîza dil kiriye û 4 caran anjiyo bûye û gelek nexweşî lê derketine. Ji meha Gulanê ve rewşa Ozkan her ku diçe girantir dibe û 6 caran rakirine nexweşxaneyê.