Li Kobanê dê dest bi projeya peydakirina ava vexwarinê were kirin

Komîteya Şaredariyan a kantona Kobanê û çavêdêriya Gerîndeya Avê di demeke nêz de dê dest bi projeyeke taybet ji bo peydakirina ava vexwarinê bikin.

Li Kobanê dê dest bi projeya peydakirina ava vexwarinê were kirin
26 gulan, 2021   10:26
KOBANÊ – NÎHAD KERHO

Komîteya Şaredariyan a kantonê piştî ku dewleta Tirk beriya çend mehan ava çemê Firatê qut kir û bi vê yekê şênî ketin nava zehmetiyan, eşkere kir ku di demeke nêz de dê li nêzî bajarokê Şiyûx ê li ser qiraxa çemê Firatê dest bi projeya taybet a ava vexwarinê bikin.

Di vê der barê de Hevserokê Komîteya Şaredariyan a Kantonê Hecî Ehmed wiha axivî: "Di 18`ê Gulanê de dest bi gavên yekemîn ên projeyê hate kirin. Lê di rojên pêş de dê bi awayekî fermî dest bi projeyê were kirin. Tê payîn ku di meha Îlonê de proje bidawî bibe."

Hecî Ehmed wiha domand: "Niha em li ser dayîna xeta kehrebeyê ya taybet bi projeyê ji navçeya Sirînê heta navçeya Şiyûx dixebitin da ku kehrebeyê bide pompeyên avê û av 24 saetan hebe."

Ehmed destnîşan kir ku wan 4 pompên avê guhertin, dê bîran li nuqteya sifir ji çemê Firatê di bin avê de bikolin û avê ji wan bikşînin û di pêngava yekemîn ji projeyê dê 40 gund sûdê jê bigrin.

Ehmed diyar kir ku Gerîndeya Avê ya kantonê rastî zehmetiyan di peydakirina avê ji hemû şêniyan re tê, ji ber rêjeya ava çemê Firatê kêm bûye û niha bi rêya sarîcan avê dide 34 gundên rojavayê bajarê Kobanê ku av ji ser wan qut bûye.

Tê zanîn ku ji ber kêmbûna rêjeya ava çemê Firatê av ji ser 83 gundên rojavayê bajarê Kobanê qut bûye.

Dewleta Tirk a dagirker ji 27`ê Çileyê borî ve rêjeya ava çemê Firatê kêm kiriye. Bi vê yekê dixwaze niştecihên herêmê koçber bike.

(bx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/VOGfkK8yVZU" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>