Balafirên Rûsyayê 70 êriş li dijî çolistana Sûriyê pêk anîn

Balafirên şer ên Rûsyayê di 24 seatên dawîn de zêdetirî 70 êrişên asîmanî li dijî çolistana Sûriyê pêk anî.

Balafirên Rûsyayê 70 êriş li dijî çolistana Sûriyê pêk anîn
26 gulan, 2021   10:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Balafirên şer ên Rûsyayê di 24 seatên dawîn de, zêdetirî 70 êrişên asîmanî li dijî eniyên Esariya yên gundewarên rojhilatê Hemayê, çolistana Resafe ya gundewarên Reqayê, derdora çiyayê Beşerî ya li ser sînorê Reqa û Dêrazorê pêk anîn.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) diyar kir ku di encamê êrişan de 5 çeteyên DAIŞ'ê hatine kuştin û gelek jî birîndar bûne.

(dm)