Polîsên Îsraîlê dest bi hemleyeke girtinê kir

Polîsên Îsraîlê di nava çend rojên dawîn de dest bi hemleya girtinê li dijî ciwanên Filistînê di hundirê Îsraîlê de kir. Di encama wê de zêdetirî 250 kesên filistînî ji ber xwepêşandanên dawîn hatin destgîrkirin.

Polîsên Îsraîlê dest bi hemleyeke girtinê kir
26 gulan, 2021   09:46
XEZA

Polîsên Îsraîlê roja Yekşema borî dest bi hemleya bi navê "Qanûn û Sîstem" kir ku armanca wê destgîrkirina kesên ku beşdarî meşan bûne.

Ev hemle beşek ji hemleyeke mezintir e ku polîsan li dijî xwepêşandêran li herêmên cuda pêk anî û di encama wê de hezar û 550 kes ji Filistînê hatin girtin.

Malpera Ereb 48 li ser zimanê gerînendeyê Navenda Qanûnî ya Parastina Mafên Kêmneteweyên Ereb  Hesen Cebarîn ragihand ku tu esasê qanûnî yê van girtinan tune ye.

(bx)