Malbatên şehîdan: Hemleya greva birçîbûnê îradeya xwe ji Berxwedana 14`ê Tîrmehê girtiye

Malbatên şehîdan bang li rêxistinên mirovî û hiqûqî kirin ku li hemberî daxwazên girtiyên siyasî yên dest bi greva birçîbûnê kirine, bi erka xwe rabin û piştgiriya xwe ji “hemleya pîroz” re nîşan dan.

Malbatên şehîdan: Hemleya greva birçîbûnê îradeya xwe ji Berxwedana 14`ê Tîrmehê girtiye
26 gulan, 2021   07:37
QAMIŞLO- ÎSAM EBDULLAH

Hemleya greva birçîbûnê ya ku girtiyên siyasî yên li girtîgehên dewleta Tirk li dijî tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan daye destpêkirin, di roja 180`yî de berdewam dike.

Girtiyên siyasî ji bo bidawîkirina tecrîda girankirî ya li ser rêber Abdullah Ocalan hatiye ferzkirin, ji 27`ê Mijdara borî ve dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger kirine.

Têkildarî mijarê, bavê şehîd Xabûr, Nayif Hesen got: "Hemleya greva birçîbûnê ketiye roja 180`yî û çalakgerên greva birçîbûnê yên di girtîgehên faşîzma Tirk de bi armanca bidawîkirina tecrîda li ser rêber Ocalan dest bi hemleyê kirine. Cîhan hemû dizane ku rêber Ocalan di fikr û felseya xwe de azad e û li gel dijmin di aliyê fîzîkî de dîl hatiye girtin."

ꞌHEMLEYEK PÎROZ Eꞌ

Hesen da zanîn ku girtiyên siyasî îradeya xwe ji hemleya 14`ê Tîrmehê ya di destpêka salên 1980`î de digirin. Wê demê endamên Tevgera Rizgariya Kurdistanê dest bi rojiya mirinê kirin û gihaştin asta şehadetê.

Hesen diyar kir ku hemleya greva birçîbûnê ya niha bingeh, vîn û baweriya xwe ji berxwedana 14`ê Tîrmehê digire û wiha lê zêde kir: “Ev gaveke pîroz e. Em wekî malbatên şehîdan berxwedana wan û hemleya greva birçîbûnê ya li dijî faşîzma Tirk pîroz dikin."

Hesen wiha axaftina xwe berdewam kir: “Ruxmî ku em di aliyê fîzîkî de dûrî çalgerên greva birçîbûnê ne û em tev li hemleya wan nebûne, lê em di aliyê madî û manewî de piştgiriyê didin hemleya wan a pîroz. Ji ber ku cîhan bêdeng û bê wijdan e, pêwîstiya vê qonaxê bi rizgarkirina rêbertî heye."

ꞌBEY WELAT Û RÊBERTÎ EM NIKARIN BIJÎNꞌ

Hesen destnîşan kir ku malbatên şehîdan, gel û civaka Kurd dikarin bê pere û zarok bijîn lê nikarin beyî welat û Rêber Abdullah Ocalan bijîn û got: “Gelê Kurd fikr û û felsefeya rêber Ocalan ji xwe re kiriye bîrdozî, ji lew re çi ji gel were xwestin ew ê ji bo parastina azadiya rêbertî her tim amade be."

Nayif Hesen got heta ku rêber Ocalan di girtîgeha faşîzma Tirk de ye wê gel li ser piyan be.

Hesen da zanîn ku gelê Kurd dê kêliyekê jî dev ji piştgiriya berxwedana çalakgerên greva birçîbûnê bernede û wiha lê zêde kir: "Ev ne tenê ji gelê Kurd tê xwestin, lê belê ji tevahiya gelê demokrat û kesên ku piştgiriya mafên mirovan û mirovahiyê dike û gelê azadîxwaz tê xwestin ku piştgiriya hemleya greva birçîbûnê bikin."

ꞌEM Ê TÊKOŞÎNÊ BILIND BIKINꞌ

Dayika şervana YPJ`ê Nûcan, Wesfiya Mûrad jî diyar kir ku dayikên şehîdan piştgiriya hemleya greva birçîbûnê ya li girtîgehên faşîzma Tirk hatiye destpêkirin, dikin û heta pêkanîna armancên wan ew ê asta çalakî û têkoşîna xwe bilind bikin.

Wesfiya bang li rêxistina CPT`î ya ku banga azadî û mafên mirovan dike, kir ku li hemberî daxwazên girtiyan bi erka xwe rabe û wiha domand: "Ji CPT`î, mafên mirovan û hiquqnasan tê xwestin ku li hemberî rewşa çalakgerên greva birçîbûnê yên li girtîgeha dewleta Tirk bi erka xwe rabin û zextê li dewleta Tirk bikin da ku daxwazên çalakgeran greva birçîbûnê bi cih bîne."

Wesfiya her wiha diyar kir ku ji parêzer û pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî tê xwestin ku xebata xwe zêdetir bikin da ku piştgiriya berxwedana girtiyan heta pêkanîna armancên wan bikin."

Di dawiyê de Wesfiya Mûrad bang li kesayetên serbixwe, hiqûqnas û gelên demokrat kir ku piştgiriya çalakgerên hemleya greva birçîbûnê bikin.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/DcJ1lgfrVwQ" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>