Piştî 4 mehan ji qutkirina ava Firatê… bi daneyan karesata ku li herêmê rû daye

“Em bi karesatekê re rû bi bû ne." Bi vê gotinê gerînendeyê Bendava Tişrînê aloziya ku dewleta Tirk bi qutkirina avê çêkiriye, wesif kir ku ji beriya 4 mehan ve didomîne û di encamê de rêjeya ava Firatê gelekî daket û gihaşt asta karesatê.

Piştî 4 mehan ji qutkirina ava Firatê… bi daneyan karesata ku li herêmê rû daye
26 gulan, 2021   07:23
KOBANÊ - CÛMA MIHEMED

4 meh e dewleta Tirk ava Firatê qut dike. Vê yekê hişt ku karesat çêbe û jiyana bi milyonan kesên li peravên Firatê dijîn û debara xwe jê dikin, xiste tahlûkeyê.

Ji 27`ê Çileyê derbasbûyî ve dewleta Tirk a dagirker di saniyekê de tenê 200 metrekab avê berdide, lê peymana Sûriye û Tirkiyê îşaretê pê dike ku di saniyê de divê 500 metrekab ava Firatê para Sûriyê be.

Ajansa me asta karesata mezin ku ji ber qutkirina ava Firatê bi destê dewleta Tirk a dagirker, bi daneyan belge kir. Rêjeya kêmbûna ava bendava Firatê ku ji mezintirîn golên li Sûriyê ye, gihaştiye 6 metreyan.

Gola bendava Firatê ku yek ji 3 bendavên li ser ava Firatê ye, rojane santîmekî dadikeve û hindik maye ku bimiçiqe.

Cîgirê gerînendeya Bendava Tişrînê Cîhad Beyrem axivî û diyar kir ku rêjeya ava Firatê bûye riba miqdara li ser hatiye lihevkirin ku ji dawiya Çileya derbasbûyî ve di saniyekê de tenê 200 metrekab digihêje wan.

Cîhad Beyrem da zanîn ku rêjeya avê ya li golan bûye sedema kêmbûna saetên dayîna kehrebeyê jî ku turbînên li bendavê tenê 8 saetan dixebitin.

Bendav ji saet 6`ê êvarê û heta 2`yê nîvê şevê kehrebeyê dide, piştre bendava Firatê heta 4`ê sibê kehrebeyê dide da ku hewcedariyên herêmê bi cih bîne ku li wir tenê turbînek dixebite.

Têkildarî rewşa gola bendava Firatê Beyrem diyar kir ku ew neçar man kehrebeyê berdewam bidin û avê bi rêya kanalan bikişînin û vê yekê hişt ku rêjeya ava Firatê zêde kêm bibe.

Rêjeya bendava Firatê ya xwezayî derdora 6 metreyan kêm bûye. Li bendava Tişrînê jî rêjeya xwezayî derdora 4 metreyan daketiye, ger metreyeke din kêm bibe dê bendav were rawestandin.

Karkerên li bendava Tişrînê dixebitin ji eslê 6 turbînan tenê 2 tûrbînan dixebitînin, karîna her yekê ji wan a rewşa normal e digihêje 105 MW, lê ji ber kêmbûna rêjeya avê her du tûrbîn tenê 70 MW dixebitin.

Cîhad Beyrem ev şîrove kir: "Ger 2 rojan li pey hev bendav bi tevahiya turbînan bixebitin, em ê bigihêjin rêjeyeke mirî û dê nema bixebite, lê niha heta ji dest tê parastina rêjeyê tê kirin da ku negihêje rêjeyeke mirî."

Kesên li bendavê dixebitin ditirsin ku rêje gelekî dakeve, ji ber ku wê demê ew ê bi pirsgirêkan re rû bi rû bimînin û dê nikaribin kontrol bikin, ji ber ku şîrketên sererastkirinê tune ne û tenê xwe dispêrin endazyaran.

Cîhad Beyrem îşaret pê kir ku bi rasthatine demsala havînê re û zêdebûna rêjeya dûkeleyê dê rêjeya golê kêmtir bibe û di encamê de saetên dayîna kehrebeyê jî dê kêm bibin.

BANDORÊN NEYÎNÎ

Gerînendeyê Bendava Tişrînê Hemûd El-Hemadîn bi awayekî berfireh behsa bandorên neyînî yên ji ber qutkirina ava Firatê kir. El-Hemadîn got: "Ava vexwarinê ji girîngtirîn hîman e ku bendav ji bo wê hatiye avakirin, bendav avê dadigire ku ewlehiya avê ji welatiyan re pêk bîne, lê niha em vê ewlehiyê ji gelek aliyan ve winda dikin. Aliyê yekemîn ew e ku gol bi stûnî û şaqûlî kêm bûye û vê yekê rêjeya ava golan kêm kir, her wiha kêmbûna vê rêjeyê û kêmbûna herikandinê ku ji ber bendav 16 saetan li pey hev naxebite, dihêle rêjeya qirêjiyê zêde bibe; sedema vê jî çop, bermahiyên pîşeyî û kanalîzasyonên ku dikevin çem e."

El-Hemadîn hişyariya li ser çêbûna jîngeheke ku ji nexweşiyan re vekirîbe, kir û got: "Nexasim di demekê de ku vîrusa Koronayê berbelav e, di encamê de bi rasthatina demsala havînê re dê jiyana 5 hezar sûriyan ku rasterast ji ava çem vedixwin, bixe xetereyê.”

Heta ne tenê pirsgirêka qirêjiya avê heye, lê zehmetiya bidestxistina avê jî wekî pirsgirêkeke din e, ji ber ku stasyonên parzûnkirinê û kişandina avê derveyî xizmetê ne.

Endazyar Hemûd El-Hemadîn piştrast kir ku av ji kehrebeyê girîngitir e, ji ber ku cihê avê nayê dagirtin û da ku miqdarekî baş ji ava golan ji bo dabînkirina ava vexwarinê û avdanê were parastin, rêveberiya bendavan bi guhartina rêjeya avê, bernameya dayînê diguhert.

El-Hemadîn got: "Em bi karesatekê re rû bi rû ne."

El-Hemadîn gotina xwe dewam kir: "Li gorî peyman û belgeyên navneteweyî qedexe ye ava vexwarinê wekî çekekê were bikaranîn, lê niha jiyana bi milyonan mirovan di xetereyê de ye.”

ÇANDINÎ Û KARESAT

Di mehên derbasbûyî  de bandoreke mezin li ser mewsima çandiniyê çêbû, ji lew re li gelek herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê mewsim telef bû.

Têkildarî hilberînên avî bi hezaran hektar ji erdên çandiniyê xwe dispêrin ava Firatê, lê qutkirina dewleta Tirk a ji avê re gelek astengî ji cotkarên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re çêkir ku çawa avê ji bo avdana hilberînan peyda bikin.

Her sal di van deman de cotkar gelek cureyên hilberînên havînê diçînin; pempo, garis û kuncî, lê xwe spartin avdanê ku beşeke mezin jê ji ava Firatê dihat.

Lê bi qutkirina ava Firatê re gelek cotkaran hilberînên havînê neçandin, ji ber ku ji qutbûna av û kehrebeyê û têkçûna mewsimê ditirsiyan, ji lew re di rojên pêş de dê li herêmê aloziyeke xwarinê çêbe.

Der barê vê yekê de endazyar Hemûd El-Hemadîn wiha axivî: "Mewsima zivistanê ya îsal zehmetiya zuhabûnê kişand û hişt ku cotkar berê xwe bidin ava Firatê, da ku hilberînên xwe av bidin. Lê di nîvê mewsima avî de stasyonên pompeyan ji xizmetê derketin û me stratejiya ewlehiya xwarinê winda kir."

Êdî cotkar û beşeke mezin ji şêniyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê debara xwe ya rojane wenda dikin û bandora qutkirina ava Firatê ya wêranker, diyar bû ku ji bo gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê çavkaniya jiyanê ye.

‘AVA HEYÎ TÊRA DEBARÊ NAKE Û JI DEPOYÊ TÊ XERCKIRIN’

Endazyar Hemûd El-Hemadîn bi daneyan behsa rêjeya ava ji Tirkiyê tê berdan û miqdara ku Sûriyê bi kar tîne, kir. El-Hemadîn ev agahî dan: "Rêjeya avê di saniyekê de 200 metrekab e, lê xerckirina ava vexwarinê 25 metre ye, her wiha 75 metrekab jî bey ku tu sûdê bide dûkel bû û ji bo avdanê 140 heta 160 metrekab e."

Rêveberiya bendavan neçar dimîne ku kehrebeyê bide da ku avê dabîn bike, têkildarî mijarê Hemûd El-Hemadîn ev şîrove kir:"Stasyonên me yên berdanê û parzûnkirinê hene, lê em ê ji ku derê kehrebê bînin ku av dabîn bikin, li vir me dest bi bikaranîna ava golan kir da ku kehrebe dabîn bibe."

El-Hemadîn ev xal li gotina xwe zêde kir:"A giring ava vexwarinê ye, ger em bigihêjin rêjeya mirî em ê neçar bimînin ku saetên kehrebeyê kêm bikin û tenê kehrebê bidin stasyonên berdanê û avê, em dikarin kêmekî dev ji kehrebê berdin, lê av em yekçar nikarin dev jê berdin."

Di halê hazir de herêmên Minbic, Kobanê, Reqayê, Dêrazorê û Tebqayê û beşek ji Cizîrê sûdê ji kehrebeya ku ji bendavên Tişrînê û Firatê yên li Tebqayê tê, dibînin.

ZIRAR DIGIHÊJE SEWALKARIYÊ

Bi qutkirina cotkaran ji çandinê re û kêmbûna av û kehrebeyê, her wiha zirarên gihaştin ewlehiya av û xwarinê, zirar gihaşt sewalkariyê jî û niha li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê buhaya êm bilind bûye û li hemberî vê yekê buhaya sewalkariyê jî daketiye.

Kesên sewalan xwedî dikin bi erzanî sewalên xwe difiroşin. Hemûd El-Hemadîn têkildarî vê yekê got:"Em sewalkariyê û ewlehiya xwarin û çandiniya havînê wenda dikin, ku ji bingeha xwe ve em ji bo parastina ewlehiya avê tê dikoşin."

Ev cara yekemîn ku rêjeya ava Firatê digihêje vê asta kêm. 2015`an cara yekemîn bû ku ava Firatê kêm dibe ku wê demê rêjeya ava ku Tirkiyê berdida di saniyê de digihaşt 425 metrekaban, lê îro di saniyê de nezêdetirî 200 metrekab e.

Li gorî Rêveberiya Giştî ya Bendavan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê diyar kir ku di halê hazir de Iraq di saniyê de kêmî 200 metrekabî ji ava Firatê werdigire.

(eh)

ANHA