Li herêma Firatê wergirtina genim û ceh dest pê kir

Şîrketa Pêşxistina Civaka Çandiyê ya Herêma Firatê dest bi wergirtina ceh û genim ji cotkaran kir.

Li herêma Firatê wergirtina genim û ceh dest pê kir
25 gulan, 2021   16:09
KOBANÊ

20`yê mehê şîrketê genim û ceh bi awayekî nefermî wergirtibû, ji ber ku dema wergirtina tovan 25 bû, lê piştî cotkaran hilberînên xwe anîn navendên wergirtinê dema wê hate guhartin.

Li herêma Firatê du depo têne bikaranîn, ceh li depoya Çelebiyê tê wergirtin û genim jî li depoya gundên Rovî û Çelebiyê tê wergirtin. Her yek ji wan 12 hezar ton digire, lê depoya Sirînê ku dikare 10 hezar ton bi cih bike, wekî yedek hatiye hiştin û îsal ketiye xizmetê. Ji ber êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê depoyên Eyn Îsayê nakevin xizmetê.

Hevserokê Şîrketa Pêşxistina Civaka Çandiyê ya Herêma Firatê Ebdulbasit Mihemed axivî û got:"Karîna me ya wergirtina tov di navbera 35 heta 40 hezar ton e, lê bi giştî mewsima îsal ji ber kêmbûna baranê hindik e, lê dîsa jî em ê hewcedariyên herêmê ji tov dabîn bikin."

Cotkarê bi navê Mihemed Ebduselam ji gundewarê Saykol ê rojhilatê kantona Kobanê ye xwediyê 25 hektarên erdên avî û ji axivî û da zanîn ku pirraniya cotkaran ji ber zuhabûna herêmê bandor li hilberîna wan hat, lê buhaya ku Rêveberiya Xweser ji bo kirîna tov diyar kiriye hişt ku ew hilberîna xwe li depoya Rofî radest bike.

Endamê Rêveber ê Depoyên Kantona Kobanê Newaf Ebdurehman got pêşwazîkirina roj bi roj zêde dibe û sedema vê yekê ew e ku Rêveberiya Xweser buhayeke baş ji bo kirîna genim û ceh diyar kiriye.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/m_I3jQXOfLw" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>