Desteya Perwerde û Fêrkirinê dibistanên Qamişloyê yên ku hatine sererastkirin şopand

Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya li herêma Cizîrê û saziyên wê, dibistanên ku ji aliyê Bernameya  Sûriyê ya Xebatên Bingehîn hatine restorekirin, şopand.

Desteya Perwerde û Fêrkirinê dibistanên Qamişloyê yên ku hatine sererastkirin şopand
25 gulan, 2021   12:50
QAMIŞLO

Desteya Perwerdehiyê ya li herêma Cizîrê û saziyên wê, dibistanên ku ji aliyê USAID a amerîkî ve bi rêya Bernameya Sûriyê ya Xebatên Bingehîn ve hatine restorekirin, şopand.

Desteya perwerdehiyê, dibistana şehîd ALmaza Xelîl ku ji sedî 90 jê hatiye sererastkirin û dibistana Tişrîn ku hîna jî tê sererastkirin, şopand.

/ar/uploads/files/2021/05/25/113055_dsc_0106.webp

Hevserokê Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Herêma Cizîrê, Mihemed Salih Ebdo diyar kir ku bername dê 9 dibistanên herêma Cizîrê, 4 ji wan dibistanan li gundên êzidî yên Amûdê, 4 dibistanên din jî li navçeya Amûdê, her wiha dibistanek li bajarê Qamişloyê, sererast bike.

Ebdo spasiya bernameya Sûriyê ya Xebatên Bingehîn kir.

Ebdo bang li tevahî rêxistinên navneteweyî kir ku alîkariya dibistanên herêma Cizîrê bikin da ku werin sererastkirin û got: "Piraniya dibistanên me binesaziya wan ne baş e û gelek pirsgirêkên wan hene."

(dx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/pkASpwavF2Q" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>