Li Îranê 7 namzet ji bo hilbijartinên serokkomariyê hatin qebûlkirin

Kanala hikumetê ya Îranê îro ragihand ku Meclisa destûrî ya Îranê 7 namzet ji bo hilbijartinên serokkomariya Îranê yên ku dê di meha bê de bên lidarxistin, qebûl kirin.

Li Îranê 7 namzet ji bo hilbijartinên serokkomariyê hatin qebûlkirin
25 gulan, 2021   13:21
NAVENDA NÛÇEYAN

Rayedarên Îranî lîsteya 7 namzetên ku karibin tevlî hilbijartinên serokkomariyê bibin eşkere kir. Bi giştî 600 kesî namzetiya xwe eşkere kiribûn.

Li gorî ajansa FARIS, meclisê navê Elî Larîcanî, Îshaq Cihangarî û Mehmûd Ehmed Necad red kir.

Ji namzetên ku serlêdana wan hatiye qebûlkirin ên muhafazakarên tund Serokê Bankaya Navendî Emîrhuseyîn Gazîzade Haşemî, fermandarê berê yê Muhafizên Şoreşê Geneal Mûhsen Rezayî jî hene.

Hilbijartin wê di 18'ê Hezîranê de bê kirin. Serokê Şefê Edlî yê Îranê Îbrahîm Reîsî di hilbijartinên sala 2017'an de ji sedî 38`ê dengan standibû. Ji ber vê yekê jî weke namzetê ku bikeve şûna Hasan Rûhanî tê pênasekirin.

(dm)