Şêniyên Hecînê şehîdên meha Gulanê bi bîr anîn

Şêniyên gundewarê rojhilatê Dêrazorê 9 şehîdên meha Gulanê, yên ku di sala 2018'an de di hemleya Bagera Cizîrê de şehîd bûbûn, bi bîr anîn.

Şêniyên Hecînê şehîdên meha Gulanê bi bîr anîn
25 gulan, 2021   12:49
DÊRAZOR

Meclisa Malbatên Şehîdan li  bajarokê Hecînê ya gundewarê rojhilatê Dêrazorê bi beşdarbûna malbatên şehîdan, fermandarên leşkerî, her wiha endamên Meclisa Gel û hevserokê wê, merasîma bîranînê li dar xistin.

Şehîdên QSD`ê yên ku hatin bibîranîn ev in: Imar Mişel El-Şemlan, Ebdurehman El-Hemed, Emîr Xelef El-Mixlêf, Mihemed Welîd El-Faris, Ebduselam Mihemed El-Hemedê, Tariq El-Hemed El-Casim, Welîd Cuma El-Selama, Xalid Cuma El-Selama û Seyah Ebdulah El-Ebd.

/ar/uploads/files/2021/05/25/104659_ahaly-hjyn-ystthkrwn-shhdaa-shhr-ayar-fy-mjls-awael-alshhdaa-28429.webp

Merasîma bîranînê bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir, piştre Endamê Rêveberiya Nivîsgeha Şehîdan a Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê, Şemlan El-Şemlan bal li ser berxwedaniya şehîdan kişand û got: "Xwîna şehîdan îradeya me xurt kir, xwîna wan dê bibe çirûskek ji bo kesên azadîxwaz." 

Bi navê Partiya Sûriyê ya Pêşeroj, Rena El-Salih axivî û soz da ku dê li ser rêya şehîdan bimeşin heya bigihêjin armancên wan ên avakirina civakake azad.

Piştî axaftinan, malbatên şehîdan li kêleka wêneyên şehîdan, mûm vêxistin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku şêniyên gundê Ebû Hemam a gundewarê rojhilatê Dêrazorê, sibe dê merasîmeke bîranînê ji bo şehîdên meha Gulanê, organîze bike.

(dx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/oH7dUTA_6vA" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>