Partiya Sûriya Pêşerojê: Em beşdarî hilbijartinên serokatiya Sûriyê nabin

Partiyê Sûriya Pêşerojê anî ziman ku ew beşdarî hilbijartinên serokatî ya Sûriyê nabin, ji ber ku encamên wê ne beşek ji çareseriya siyasî ku li gorî biryarên NY`yê û Meclisa Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî ya girêdayî Sûriyê ye.

Partiya Sûriya Pêşerojê: Em beşdarî hilbijartinên serokatiya Sûriyê nabin
25 gulan, 2021   12:27
QAMIŞLO

Partiya Sûriya Pêşerojê der barê hilbijartinên serokatiya Sûriyê ku dê di 26`ê Gulanê de werin lidarxistin daxuyaniyek da. Partiyê di daxuyaniya xwe de da zanîn ku hilbijartinên serokatiyê dê tu tiştî li rêya çareseriya siyasî zêde neke, lê belê aloziya Sûriyê dê kûrtir bike û bê aramiya Sûriyê û herêmê ku ev çend salên bi vî awayî ye, zêde bike.

Di destpêka daxuyaniyê de partiyê got: "Tevî zehmetiyên gelê Sûriyê ji zilm, binpêkirin, koçberkirin, xizanî û dagirkirina xaka wê, lê rejîma Sûriyê li Şamê israr dike ku hilbijartinên serokatiyê raghîne."

Partiya Sûriya Pêşerojê di berdewamiy daxuyaniyê de anî ziman ku hemû aliyên navneteweyî ev hilbijartin red kir û got ew ne rewa ne û ne li gorî biryara navneteweyî 2254`an ye ku sîstemeke nû ji welêt re were dîtin, hemû girtiyên di zindanên rejîmê de serbest werin berdan û hikûmeta demikî ku nûnertiya gelê Sûriyê bi hemû pêkhateyên wê dike, ava bike.

Partiyê di dawiyê de got: "Em weke Partiya Sûriya Pêşerojê nebaşdarbûna xwe ji van hilbijartinan re piştrast dikin. Em encamên wê red dikin ji ber ew ne beşek ji çareseriya siyasî ya li gorî biryara NY`yê û Meclisa Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî ya der barê Sûriyê ye. Her wiha ev hilbijartin dê tu tiştî li rêya çareseriya siyasî zêde neke, lê belê aloziya Sûriyê dê kûrtir bike û bê aramiya li Sûriyê û herêmê di nava çend salan de zêde bike."

(bx)

ANHA