Şêniyên Şedadê şehîd Ehmed Selal oxir kirin

Şêniyên navçeya Şedadê  cenazeyê şervanê Hêzên Sûriya Demokratîk, Ehmed Selal li goristana şehîdan, oxir kirin.

Şêniyên Şedadê şehîd Ehmed Selal oxir kirin
25 gulan, 2021   12:20
HESEKÊ

Şervan Ehmed Selal di 19'ê Gulanê de li bajarokê El-Siwer a Dêrazorê dema li ser erka xwe bû, şehîd bû.

Bi sedan endamên saziyên leşkerî û yên sivîl cenazeyê şehîd ji Meclisa Malbatên Şehîdan a li Hesekê wergirtin û berê xwe dan goristana şehîdan a Şedadê. Li goristanê, merasîm bi toranele leşkerî dest pê kir.

Rêveberê Daîreya Ewqafê ya Şedadê, Ehmed El-Esed got divê ew li derdora Hêzên Sûriya Demokratîk li beramberî pilanên ku li dijî herêmê tên kirin, kom bibin.

Endamê Meclisa Leşkerî ya El-Siwer, Mistefa El-Siwer jî got: "Em çiqasî behsa lehengiya şehîdan bikin, dîsa jî em nikarin bigihêjin asta lehengiya wan. Lê em dikarin destkeftiyên ku şehîdan bi dest xistine, biparêzin."

Endama Rêveberiya Meclisa Malbatên Şehîdan a Hesekê, Eyat Îbrahîm axivî û sersaxî ji malbata şehîd Ehmed re xwest

Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan, Deham El-Ferec wesîqeta şehîd Ehmed Selal xwend û radestî malbata şehîd kir.

Di dawiya merasîmê de, Bi dirûşmeyên dilsoziya bi şehîdan re, şêniyan şehîd Ehmed oxir kirin.

(dx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/smc118wggPY" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>