Partiyên li herêmên Rêveberiya Xweser rewşa herêmê nîqaş dikin

Partiyên siyasî yên di bin sîwana Rêveberiya Xweser de bi armanca nirxandina rewşa siyasî û xizmetguzarî li herêmî civînek li dar xistine.

Partiyên li herêmên Rêveberiya Xweser rewşa herêmê nîqaş dikin
25 gulan, 2021   13:52
QAMIŞLO

Bi armanca nirxandina geşedanên siyasî û xizmetguzarî li herêmê, partiyên siyasî yên di bin sîwana Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê de civînek berfereh li dar xist. Civîn li Navenda Lêkolînên Şêwirî û Diplomatîk a bajarê Qamişlo bi beşdarbûna Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Bedran Çiya Kurd û Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Herêma Cizîrê Telet Yûnis û Nezîra Gewriyê didome.

Li gorî çavkaniyên di civînê de, dê du mijarên sereke werin nîqaşkirin. Mijara yekemîn; rewşa siyasî ya li herêmê, êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Başûrê Kurdistanê û pêşeroja herêmê û ya duyemîn rewşa xizmetguzarî li herêmê, astengî û çareserî.

Civîn li pêşiya dezgehên çapmeniyê girtî ye û tê payîn ku bi encamnameyê bi dawî bibe.

(dm)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/-i1inGc5X8M" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>