Li herêmê Firat gavek ji bo rêxistinkirina sûk û bazirganiyê hat avêtin

Desteya Aborî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê piştî 2 salan ji plansazî û nirxandinê, Gerînendeya Bazirganiyê vekir.

Li herêmê Firat gavek ji bo rêxistinkirina sûk û bazirganiyê hat avêtin
25 gulan, 2021   11:42
KOBANÊ

Ji erkên herî girîng a Gerînendeya Bazirganiyê ew e ku tevahî dikanên li sûkê bi ruxset bike û karê bazirgnan organîze bike. Li gorî gerînedeyê, wê ruxset tenê ji kesên ku li herêma Firatê dimînin re, were dayîn.

Her wiha Gerînendeya Bazirganiyê dê bi Gerînendeya Zimhêrê koordîne bike da ku nirxên li sûkan bişopînin û kesên ku madeyên bingehîn a avakirinê û madeyên xwerinê û bi nirxê madeyan bilîzin ceza bikin û yekser ruxsetê ji wan bistîne.

Her wiha dê bi Gerînendeya Gomrikê ya Herêma Firat re jî koordîne bike da ku karê bazirganan hêsan bike. Li aliyekî din dê  bi Odeya Bazirganan a ku dê bazirganiyê organîze bike û ew xwedî biryar be.

Hevserokê Gerînendeya Bazirganiyê ya Herêma Firat Fethî Muslim diyar kir anîna madeyên ku demê wan bi ser ketiye ji aliyê bazirganan ve hişt ku, ev  gerînende were vekirin.

Muslim da zanîn ku der barê projeyên pêşerojê ew dê rewşa herêmê binirxînin da ku zanibin ji herêmê re çi pêwîst e û piştre wê projeyên bazirganî yên pêwîst ji herêmê re ava bikin.

(dm)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/BkN9gQHWEco" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>