Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 45 kesên din korona ketin

Desteya Tenduristiyê ragihand ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 45 kesên din bi korona ketin.

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 45 kesên din korona ketin
25 gulan, 2021   10:14
NAVENDA NÛÇEYAN

Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ciwan Mistefa diyar kir ku li herêmê 45 kesên din bi korona ketin, ji wan 22 mêr in û 23 jî jin in û li van herêman in:

Hesekê: 6

Qamişlo: 7

Dêrik: 1

Rimêlan: 3

Amûdê: 2

Dirbêsiyê: 2

Reqa: 6

Tebqa: 15

Minbic: 2

Dêrazor: 1

Mistefa da zanîn ku 6 kesên ku berê pê ketibûn jî baş bûne.

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hejmara pêketiyên korona gihaşt 17 hezar û 599 kesan, ji wan 717 kesan jiyana xwe ji dest daye û hezar û 776 kes jî baş bûne.

ANHA