Wezîrê Karê Derve ya DYA'yê gihîşt Îsraîlê

Wezîrê Karê Derve ya Amerîkayê Anthony Blinken vê sibehê, di destpêka gera li Rojhilata Navîn de, gihîşt Îsraîlê.

Wezîrê Karê Derve ya DYA'yê gihîşt Îsraîlê
25 gulan, 2021   09:55
 NAVENDA NÛÇEYAN

Anthony Blinken dê bi xwedî biryaran li Îsraîlê re bicive da ku rêbazan destkdayîna desthildariya  Filistînê ji aliyê aborî de û bêyî destwerdana Hemas pereyan ji Xezayê re bişînin, nîqaş bikin.

Li gorî Desteya Weşanê ya Îsraîlê"Mekan" Blinken dê piştre biçe Ram Allah, Qahîra û Uman jî.

Ji aliyekî din ve jî, serokê Amerîkayê Biden bi hempêşiyê xwe ya Misirê re Ebdulfetah Sîsî re axivî û spasiya wî li ser rola Qahîra di navbeyankariya navbera Îsraîlê û Hemasê de, kir.

(dm)