Di nava rewşên zehmet ên koçberiyê  de guldankan çêdike

Welîd Mihemed Nûrî  di nava rewşên zehmet ên koçberiyê de û paşketina rewşa aborî de çêkirina guldankan hilbijart û ji xwe re wek karekî dît.

Di nava rewşên zehmet ên koçberiyê  de guldankan çêdike
Di nava rewşên zehmet ên koçberiyê  de guldankan çêdike
Di nava rewşên zehmet ên koçberiyê  de guldankan çêdike
Di nava rewşên zehmet ên koçberiyê  de guldankan çêdike
Di nava rewşên zehmet ên koçberiyê  de guldankan çêdike
25 gulan, 2021   08:17
HELEB – MIHEMED EBDO

Welatiyê bi navê Welîd Mihemd Nûrî Ebdo ji gundê Matîna yê girêdayî navçeya Şêrawa ya Efrînê ye. Bavê 4 zarokan e. Ji sala 1990`î ve xebata nehasiyê dike lê ji ber koçberî û rewşên aborî yên zehmet, buhabûna madeyên sereke neçar ma ku berê xwe bide karekî din.

Welîd Mihemed Nûrî ev nêzî 2 mehan e xebata xwe guherand û dest bi çêkirina guldankan (vaze) kiriye.

Welîd xwest ku tabloyekê ji cam û nehasê çêke da ku karê xwe yê berê bîne bîra xwe. Ji ber wê jî peykerek ji ihramatên Misirê re çêkir û di dukana xwe ya li aliyê rojavayê taxa Şêxmeqsûd daliqandiye.

Welîd wiha behsa zehmetiyên karê xwe kir: "Min zehmetî di peydakirina hin madeyan de didît. Ji ber ku ji Lubnanê dihatin Helebê û buhayê wan jî bilind bû."

Têkildarî fêrbûna kar Welîd ev tişt anî ziman: "Ev kar nêzî karê min ê berê ye. Min hin şaşî di şêwazê çêkirina peykeran de bi rêya lêkolîna li ser înternetê, derbas kir."

Welîd diyar kir ku guldank bi 8 hezar heta 10 hezer lîreyên Sûriyê têne firotin û peyker jî li gorî dema amadekirinê diguherin.

ANHA

           ​​​​​​