Rojnameyên erebî: Bangên boykotkirina hilbijartinên serokatiyê yên Sûriyê

Rojnameyên erebî îro behsa hilbijartinên serokatiyê yên Sûriyê, tevgerên Ixwanan ên li Lîbyayê û xwepêşendanên li Umanê kirin.

Rojnameyên erebî: Bangên boykotkirina hilbijartinên serokatiyê yên Sûriyê
25 gulan, 2021   07:51
NAVENDA NÛÇEYAN

BANGÊN BOYKOTKIRINA HILBIJARTINÊN SEROKATIYÊ YÊN SÛRIYÊ

Têkildarî rewşa Sûriyê de rojnameya El-Şerq El-Ewset wiha nivisî: “Gelek aliyên muxalif ên Sûriyê ji derveyî herêmên di bin kontrola hikumeta Şamê de, banga boykotkirina hilbijartinên serokatiyê kir ku tê payîn sibe li dar kevin.

 Deste, meclis û komîteyên navendî yên parêzgeha Derayê li başûrê welêt bi rêya daxuyaniyekê bang li welatiyan kir ku hilbijartinan boykot bikin. Ruxmî ku tê zanîn ev herêm piştî lihevkirinekê di navbera Moskov û Washingtonê de vegerîn bin kontrola hikumeta Şamê lê ev bang li şêniyan hat kirin: “Wek şênî û êlên Horanê em teqez dikin ku ev hilbijartin ne rewa ne û di bin şert û mercên zordestiyê de pêk tên.” Li aliyekî din li gelek bajarên li başûrê welêt gelek belavok û nivîsên li dijî hikumeta Şamê hatin belavkirin û li ser dîwaran jî hatin nivîsandin.”

Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) jî anî ziman ku ew rê nade tu hilbijartinên ku li dijî biryara navneteweyî ya 2254, li dar kevin. Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) jî got lidarxistina hilbijartinan aloziyê çareser nake.

hêzên ku bakur rojavayê welêt kontrol dikin jî heman helwest nîşan dan. Serokê qaşo bi navê “Îtîlafa Wetenî” Nesir El-Herîrî nameyek ji 75 dewletan û 7 rêxistinên navneteweyî re şand û tê de diyar kir ku ew hilbijartinan red dikin û bi ne rewa bi nav kir.

`LÎBYA… METIRSIYÊN IXWANAN JI BINKEFTINÊ, LIDARXISTINA HILBIJARTINAN ASTENG DIKE`

Rojnameya El-Beyan têkildarî rewşa Lîbyayê wiha nivisî: “Lîbyayî û civaka navneteweyî li benda encama civîna komxebata siyasî ne ku dê çarşem û pêncşema bê li dar keve. Di civînê de komîteya qanûnî dê zemîna destûrî ya hilbijartinan diyar bike. Li gorî nûçeyên ku hatine belavkirin, nakokiyên tund di navbera endamên komxebatê de hene. Nexasim girêdayî daxwaza Ixwanan û hevalbendên wê ya derengxistina hilbijartinan. Ixwan dixwazin referandomekê girêdayî reşnivîsa destûra ku ji gelek aliyên civaka Lîbyayê ve nayê qebûlkirin, li dar bixe û rêgeza hilbijartina serokê welêt bi rêya parlamentoyê, ne bi rêya hilbijartinên azad û yekser ji aliyê gel ve, bide qebûlkirin. Ev yek ji aliyê piraniya gelê Lîbyayê ve tê redkirin. Tenê Şepela Islama Siyasî û hevalbendên wê yên mîrên şer û fermandarên milîsan vê yekê dipejrînin.”

`DESTHILDARIYA UMANÊ JI BO RÊ LI PÊŞIYA  LI DAXWAZÊN XWEPÊŞENDANAN BIGIRE DI NAVA LIV Û TEVGERÊ DE YE`

Têkildarî rewşa Umanê, rojnameya El-Ereb wiha nivisî: “Desthiladariya Umanê bi lez kete nav liv û tevgerê da ku rê li pêşiya daxwazên gelê Umanê bigire, ku banga peydakirina derfetên kar û rawestandina avêtina karmendan û pêşxistina şert û mercên aborî dikin.

(şx)