Tevlêbûna pêngava seferberiya giştî ya ciwanan zêde dibe

Tevlêbûna pêngava seferberiya giştî ya ku Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê û Yekitiya Jinên Ciwan ji bo piştgiriya berxwedana gerîla ragihandiye her ku diçe zêdetir dibe. Ciwanan ragihand ku dê li hemberî dewleta Tirk a faşîst li ber xwe bidin û planên dagirkeriyê têk bibin.

Tevlêbûna pêngava seferberiya giştî ya ciwanan zêde dibe
25 gulan, 2021   06:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Ji 23`yê Nîsanê ve dewleta Tirk a dagirker êrişên qirkirin û dagirkirinê li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê pêk tîne. Gerîlayên HPG û YJA Starê di çarçoveya pêngava şoreşgerî ya “Bazên Zagrosê” de berxwedaneke destanî raber dikin.

Ji bo piştgiriya Pêngava Bazên Zagrosê, di 8`ê Gulanê de Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê û Yekitiya Jinên Ciwan a herêma Firatê seferberî ragihand. Tevgera Ciwanên Şoreşger a taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê jî di 29`ê Nîsanê de bi meşekê seferberiya giştî ragihandibû.

/ar/uploads/files/2021/05/25/050133_dylbr-ywsf.webp

Der barê pêngava seferberiya giştî de berdevka Yekitiya Jinên Ciwan a herêma Firatê Dîlber Yûsif diyar kir ku çalakiyên wan ên di çarçoveya pêngavê de berdewam in û got: “Em lidarxistina civîn û semîneran ji saziyên sivîl û leşkerî re didomînin. Kesên ku dixwazin tevlî berxwedana gerîlayan ya li dijî dagirkeriya Tirk bibin, tên navên xwe li cem me qeyd dikin."

Dîlber eşkere kir ku gelek ciwanan navên xwe dane û wiha berdewam kir: “Heta niha derdora 100 endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger a herêma Firatê û Yekitiya Jinên Ciwan serlêdan kirine ku beşdarî berxwedan gerîla bibin."

Li aliyekî din endama rêveber a Yekitiya Jinên Ciwan a Herêma Firatê Newroz Bozan got di vê çarçoveyê de gelek çalakî li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatine lidarxistin, belavokên piştgirîdayîn û tevlêbûna berxwedana gerîla, bi zimanên Kurdî û Erebî hatine belavkirin.

Newrozê da xuyakirin ku armanca wan ji pêngavê ew e ku dewleta Tirk bizanbe ku gelê Kurd û ciwanan piştgiriya gerîla dikin û nahêlin ku dagirker bi ser bikeve, lê wekî çawa li Garê bi bin ket dê dîsa bi binkeve.

Newroz Bozan diyar kir ku çalakiyên wan ên di vî warî de berdewam in û ev wiha got: “Helwest erênî ye. Gelek ciwan tev li pêngavê dibin û dixwazin piştgiriya berxwedana gerîla bikin.”

/ar/uploads/files/2021/05/25/050209_nwrwz-bwzan-.webp

Li gel ku hejmara ciwanên ku bersiva seferberiyê didin zêde dibe, Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan lidarxistina calakiyên cuda didomînin.

Her wiha endama rêveber a Tevgera Ciwanên Şoregşer a Sûriyê ya her du taxên Şêxmeqsûd ya Şerq û Xerbî yên Helebê Maya Mihemed destnîşan kir ku çalakiyên ciwanên Helebê jî di çarçoveya seferberiya giştî de berdewam in.

Maya bi bîr xist ku wan di 29`ê Nîsanê de di meşa ji bo piştgiriya berxwedana gerîla de li dar xistine, seferberiya gitşî ragihandine.

Maya diyar kir ku pêngava wan berdewam e û wiha lê zêde kir: “Me belavok li şêniyan belav kirin û em ê pankartan li kolanên taxê daliqînin û semîner û sînevizyonan orgenîze bikin.”

Her wiha Maya da xuyakirin ku dewleta Tirk a dagirker ji êrişên xwe yên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê armanc dike ku gelên xwedî nêrînên azad qir bike, lê ew weke ciwan nahêlin ku dewleta Tirk bigihêje van armancan û dê li hemberî wan êrişan li ber xwe bidin.

/ar/uploads/files/2021/05/25/050151_maya-mhmd.webp

Maya di dawiyê de bang li ciwanan kir ku tev li seferberiya giştî bibin û got ew ê li hemberî dewleta Tirk a faşîst serî netewînin. Her wiha banga piştgirîdayîna berxwedana gerîlayan kir.

(şx)

ANHA