Ertugrul Kurkçu: Dixwazin şer li tevahiya Kurdistanê belav bikin - 2

Parlementerê berê yê HDP'ê Ertugrul Kurkçu diyar kir ku dewleta Tirk bi êrişên dagirkeriyê yên li hemberî Herêmên Parastinê yên Medyayê hewl dide serkeftineke ji hedê xwe zêde pêk bîne û got "Hem ji aliyê teknîkî, hem jî ji aliyê pratîkî ve qada berxwedanê dijwar û mezin dibe."

Ertugrul Kurkçu: Dixwazin şer li tevahiya Kurdistanê belav bikin - 2
25 gulan, 2021   04:03
NAVENDA NÛÇEYAN - ZANA DENÎZ

Berxwedana dîrokî ya gerîlayên HPG û YJA Starê li dijî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker ku 23'yê Nîsanê li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê dest pê kir, didome. Artêşa dagirker a ku ji bejahiyê ve nikare bi pêş ve here, hewl dide bi teknîkê encamê bigire.

Gerîla bi çalakiyên şoreşgerî yên Bazên Zagrosê re bersiv da êrişa dagirkeriyê ya dewleta Tirk û heta niha derbên giran li artêşa Tirk dane. Hêzên Parastina Hewayî yên Şehîd Delal Amed di rojên dawîn de li Baregeha Jetan 8’emîn a li Amedê xist. Rojek piştî vê çalakiyê Hêzên Parastina Hewayî yên Şehîd Delal Amed vê carê li hemberî Navenda Kontrolê ya Balafirên Bêmirov a Êlihê û Fermandariya Tûgaya Şirnexê çalakî li dar xistin.

Di beşa duyemîn a hevpeyvîna li gel ANHA’yê de parlementerê berê yê HDP'ê Ertugrul Kurkçu êrişên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, daxuyaniyên rêveberên PKK û KCK'ê, çalakiyên HPG û Hêzên Parastina Hewayî yên Şehîd Delal Amed û êrişên dewleta Tirk û bandora wan a li Rojhilata Navîn nirxandin.

Dewleta Tirk şeva 23'yê Nîsanê li hemberî Herêmên Parastinê yên Medyayê dest bi êrişan kir. Dewleta Tirk bi teknîka xwe ya herî pêşketî êriş dike. Hûn vê êriş û berxwedanê çawa dinirxînin?

Di dema borî de dewletê li ser bingeha tesfiyekirina têkoşîna azadiyê ya Kurdan di nava sînorên Tirkiyê de, zexteke mezin li ser girseyên gel meşand. Hem di asta navneteweyî de û hem li Rojhilata Navîn û hem jî rewşa giştî ya Sûriyê, valahiyên desthilatê yên li Iraqê, hem jî hin rûdanên piralî yên kapasîteya çekan û kapasîteya şer a Tirkiyê rê li ber terikandina vê rêbazê vekir. Li ser bingeha vê rewşê, ji bo ku pirsgirêka li Bakur çareser bibe, dest di tevahiya Kurdistanê werda û hewl da şer li tevahiya Kurdistanê belav bike. Ev stratejî guncawtir dîtin.

'DEWLETA TIRK DIXWAZE BI LEZ Û BEZ OPERASYONÊ BI DAWÎ BIKE’

Bi vî rengî îdiayeke Kurdan piştrast kirin. Kurdistan bi giştî bûye çar parçe, lê çarenûsa hemûyan hevpar e, her çi qas parçe bûbe. Stratejiya nû ya Tirkiyê ev rewş piştrast kir. Ji bo pirsgirêka li Bakur çareser bike, li Rojava û Iraqê dest bi operasyonên leşkerî kir. Ji ber vê yekê em bi êrişeke nû re rû bi rû ne ku tevahiya Kurdan dike hedef. Ev bê guman operasyoneke mezin a leşkerî ye, operasyoneke ku wê bi mehan û salan li ser sînor bidome. Ji aliyekî din ve rewşeke leşkerî ya tarî ya nediyar derdikeve holê û di nav de hêzên ji bilî hêzên ewlekariyê yên Tirkiyê hene. Ji ber ku hemû kujerên cîhadîst ên li Rojava niha bûne endamên artêşa Tirk. Dixwazin bi heman awayî pêşmergeyan li Başûr bikin wekîl. Ev yek ji bo têkoşîna Kurdan pirsgirêkeke gelekî mezin e û em li ku binêrin jî em bi rewşeke gelekî aloz a nakok re rû bi rû ne. Tirkiye dixwaze li cihên ku mafê wan nîn e, serdest be. Tu ji kîjan alî ve lê dinêrî jî, dagirkerî û şerê fethê ye. Ji ber vê yekê ew bi hemû dewletan re di nava pevçûnê de ye. Ji ber vê yekê dixwaze ev operasyonê zû biqede. Lê belê li wê derê berxwedan çêdibe û plana wan xira dike.

Bi taybet di salên dawîn de şer dijwartir dibe. Hem ji aliyê teknîk hem jî ji aliyê pratîk ve qada berxwedanê giran û mezin dibe. Êrişa li ser Garê qonaxeke girîng bû. Raya giştî ya Tirk, bi nîqaşeke berfirehtir anî ziman ka stratejiya ku rejîm dimeşîne bi rastî jî ji bo armancên wan guncaw e yan na. Hem partiyên muxalefetê yên li parlamentoyê hem jî li derveyî parlamentoyê û di rastiyê de raya giştî nerazîbûn nîşanî kuştina leşkerên dîl ji aliyê artêşê ve, da. Vê yekê têkçûna wan nîşan da.

'DIXWAZIN TOLA TÊKÇÛNA LI GARÊ HILDIN'

Dewleta Tirk hewl dide ji têkçûna xwe ya li Garê vegere û baweriya gel ji nû ve bi dest ve bîne. Ji bo wî pêdiviya wan bi "serketinan" heye. Stratejiya wan ku ji destpêkê ve li ser bingeha mafdariyê nehate kirin, niha li wan vedigere. Tiştek heye ku ji aliyê leşkerî ve ne rasyonel e. Ji aliyê siyasî û civakî ve em bi stratejiyeke bêbawerî û bêsedem re rû bi rû ne. Ew êrişî hedefên wisa dikin ku ji kapasîteya wan derbas dibin. Hêza teknolojîk dibe ku bi awayekî parçeyî û di demeke kurt de hin destkeftî bi dest ve anîbin, lê di encamê de heman teknolojiyê li ser hêza ku êriş dike, ferz kir. Bêyî wan, eger Tirkiyê dest bi şerên dronan nekira, wê heman rêbaz bi kar neanîbûna. Li vir dibîne ku hin kiryarên dualî yên ku di rojên dawîn de balê dikişînin ser Tirkiyê. Ez difikirim ku her kes dizane û divê em bizanin ku êdî bi şer re lîstik wê pêk werin.

Rayedarên PKK û KCK'ê di hin nirxandinên xwe de ev şer wek "şerê dawîn" bi nav kir. "Şerê dawîn" tê çi wateyê?

Di rastiyê de kesek ji me, mirovên ku şer kirine, ne di wê pozîsyonê de ne ku tam bi vê bizanin. Lê ew girîngiya rewşê rave bikin.

Tiştên ku tên gotin, ez wiha dixwînim; heke hûn bikarin bi qasî ku berxwedana me bişikîne bi xurtî êrişekê pêk bînin, wê hema bi teqezî pêwîstî bi hedefgirtina gelê sivîl hebe. Kes li ber xwe nade. Ez difikirim ku dibêjin em ê hemû kapasîteya xwe bixin dewrê. Sedema vê jî nirxandina pêvajoya nû ya bi çalakiyên Amed, Şirnex û Êlihê ye. Ez difikirim ku teknolojiya hilbijartî vê cidîyetê ji me re vedibêje. Nexwe tu kes ji me nikare ji niha ve bibêje ku ve diçe. Bi vî rengî tê şîrovekirin.

Dîsa şîrove hene ku ev şer ne tenê Kurdan dike armanc, li tevahiya Rojhilata Navîn bandora xwe heye. Bi dehan sal e di navbera PKK û dewleta Tirk de şer heye. Girîngiya têkoşîn û berxwedana PKK'ê ya ji bo siberoja Rojhilata Navîn çi ye? Dewleta Tirk bi vî şerî re dixwaze li Rojhilata Navîn çi bike?

Tirkiye niha li pey projeyên ji karîna xwe mezintir e. Tirkiye di serî de herêmên Sûriyê û Iraqê yên di bin dagirkeriya Tirkiyê de ji hikumetên Rojava û Başûr, Sûriye û Iraqê dixwaze. Dibêje tu yê vê derê bidî min, ez ê bi rê ve bibim, ez ê li vir hikumetên kolonyal ava bikim.

Dema ku stratejiya xwe dispêre dagirkeriyê, ji bo ku cihên ku piştre hûn tê de ne jê derkevin, tu mantiq nîn e. Stratejiya dewleta Tirk tê vê wateyê; ez li Efrîn û Girê Spî mayînde me. Ez dixwazim vê bi pêş ve bixim û ji Mûsilê ber bi Kerkûkê ve bi pêş ve herim. Ez dixwazim van hemûyan bixim bin kontrola xwe, ev ne tenê li dijî Kurdan e, şerê li dijî hikumetên herêmê ye.

Tirkiye jî bi Iraq û Îranê re di nava şerekî desthilatdariyê de ye. Ji bo têkbirina Kurdan divê li vê xakê bi gelên Ereb re şer bike û divê şerê Farisan bike. Lê Kurd jî xwediyên vê axê ne. Ev xak ne kêmî ya Tirkan e. Bi her kesî re şer dike.

'MESELE STATUYA KURDAN E'

Ev hemû, wate û hêzên têkoşînê çi dibe bila bibe, meseleya statuya Kurdan e. Kurd dê di dawiyê de bibin gelê azad?

Tevgereke ku di civaka xwe de xewn û hêviyên mezin ava kirine, heye. Êdî bûye hêzeke şênber. Kurd bi daxwazeke giştî tev digerin. Bêguman ev yek bêyî pêşengiyê nediqewimî. Ev rol bi Ocalan û PKK'ê re pêk hat.

Ev tevgera desthilatdariyê ya encamdar wê berfireh dike. Ya duyemîn, ev têkoşîn niha xwedî armanceke dîrokî ye. Ev armanca dîrokî ne tenê bi xwe re sînordar e, bi demokratîkkirina tevahiya herêmê re statuyeke nû bi dest dixe.

Tiştê ku em niha behsa wê dikin, dibe ku îro pirsgirêkê çareser neke, lê belê tevgera Kurd di warê armancên siyasî de neçar e bibe tevgera azadiyê ya mezin. Di nîvê salên 70'yî de ev trenda nû derket holê. Ji wê demê ve nêzî 50 sal derbas bûn. Her sal dibêjin “îsal diqede” û serokerkanê bere yê Tirk Başbug  digot "Me heta niha 6 caran qedand. Cara 7'an dîsa çêbû. Ev ne pirsgirêkeke ku bi rêyên neteweyî çareser bibe.”

'EGER BI VÎ RENGÎ DEWAM BIKE, ŞER DÊ GIRANTIR BIBE'

Herî dawî piştî Amedê li Êlihê û Şirnexê li dijî baregehên leşkerî çalakî hatin lidarxistin. Tevî van hemûyan jî hikumeta AKP'ê mîna ku tiştek neqewimîbe, tev digere. Di dema pêş de çi li benda Tirkiyê ye?

Serdestên dewletê hewl da çalakiyên li Amed, Êlih û Şirnexê bi şerê psîkolojîk berovajî bikin. Hewl didin bibêjin ku wek balafirên maket çêbûne. Lê belê tiştekî cidî heye. Di dema niha de ji bo hedefên leşkerî ew çend sofîstîk e, lê xuya ye taktîkeke nû ya leşkerî bi dronan hatiye pêşxistin. Dibe ku xeyal nekiribin ku rastî tiştekî wiha bên.

Ez xemgîn im ku ev ê bibe sedema ji nû ve zêde dibe, heke ew ji bo demê rewşê aram bike. Li cihê ku em lê ne, ji ber windahiyên mezin ên mirovî çêdibin. Eger siyasetmedar rêya siyasî ji pevçûnê ber bi muzakereyê ve neşopînin, yên di nava desthilatdariyê û hêzên çareseriyê de fêm dikin (her çend Erdogan ew asê kirine jî) dikarin di vê mijarê de gavan biavêjin û di nava muxalefetê de hişekî bi vî rengî heye.

'DEWLETÊ ŞER DERXIST DERVEYÎ SÎNORÊN TIRKIYÊ'

Li Tirkiyê ku ev qas nakokî hene, gelo derfetên aştiyê pêkan in?

Ev rewş heta niha tune be jî divê were peydakirin. Hikumetê bi rastî jî ev kir. Bi rêvebirina pevçûnê li derveyî sînorên Tirkiyê, bi rastî rê li ber bandora rasterast a li ser jiyana rojane ya kesên ku li Tirkiyê dijîn, vekiriye û asteng kiriye. Xaleke din jî ew bû ku ji ber ku leşker bi kar dianîn, zêdetir bala xwe dida ser çekên hewayî. Ji ber vê yekê windahiyên wî yên li ser axê kêm bûne. Leşkerên bipeyman zêdetir hatin kuştin. Ji ber vê yekê, wekî hûn dizanin peymanên wan jî bi şertê ku malbatên qurbaniyan agahdar nebin.

Sedemên aborî hene ku defet li hundir pêk nayên. Lê niha sedemeke nû ya şênber heye ku em behsa aştiyê bikin. Nîşaneyên ku em bi hêmanên hewayî re dikevin qonaxeke pevçûnê hene. Ev pêvajo dê bidome. Ez difikirim ku hikumet dê di serî de bersivê bide vê yekê. Ew ê vê pêvajoyê gelekî mezin bikin. Di wê hêlê de, pêdivî pê heye ku berî ku pêvajo li wir pêşve bibe, dibe ku di vê demê de hewaya aştiyê tuen ye, lê bi ya min divê em diyar bikin ku bi pêşîgirtina li şer, divê em ber bi aştiyê ve herin. Ji ber ku ez naxwazim li ser îhtîmala ku şer li bajaran belav bibe, bifikirim.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/cU1uVgGgcmw" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>