​​​​​​​Şêxê eşîra El-Elî: Dem hatiye ku itîraf bi rêveberiya 6 milyon kesî were kirin

Şêxê eşîra El-Elî ya Reqayê Remedan El-Rehal anî ziman ku dem hatiye ku itîraf bi rêveberiya 6 milyon kesî ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê were kirin.

​​​​​​​Şêxê eşîra El-Elî: Dem hatiye ku itîraf bi rêveberiya 6 milyon kesî were kirin
25 gulan, 2021   00:42
REQA – EHMED EL-ESAF

Tevî ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê baştirîn çareserî ji aloziya Sûriyê re ye, lê heta niha itîrafên fermî pê nehatine kirin.

Şêxê eşîra El-Elî li Reqayê Remedan El-Rehal di vê derbarê de ji ANHA`yê re wiha axivî: “Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê baştirîn çareserî ji aloziya Sûriyê re ye. Rola wê di parastina destkefiyên ku QSD`ê ku pêkhateyên Ereb, Kurd û pêkhateyên din ava kir, mezin e.”

Remedan El-Rehal wiha domand: "Rêveberiya Xweser hevgirtineke civakî a mezin bi rêya beşdarbûna hemû pêkhateyên herêmê û eşîrên wê di rêveberirina herêmê de, bi dest xist û hemû saziyên xizmetî, ewlehî û leşkerî ava kir.”

El-Rehal diyar kir ku li herêmên Rêveberiya Xweser nêzî 6 milyon kes dijî, hemû xwedî nasnameya Sûriyê ne û wiha domand: “Hemû banga itîrafa bi vê rêveberiyê dikin ku nûnertiya hemû pêkhate û eşîrên herêmê dike. Ji mafê van pêkhateyan e ku xwe bi xwe bi rê ve bibin û armancên xwe dûrî desthilatdariyê pêk bînin."

El-Rehal da zanîn ku dema ew behsa Rêveberiya Xweser dike, ev nayê wateya parçekirina Sûriyê, lê belê ew nûnertiya piraniya gelê Sûriyê bi pêkhateyên wê yên cuda dike.

Remedan El-Rehal wiha dawî li axaftina xwe anî: “Divê itîraf bi Rêveberiya Xweser li herêmê were kirin heta ku karibe zêdetir bide gelên herêmê û nûnerên wê li civakên navneteweyî hebe da ku karibe rewşa gelê me binirxînin û peyama aştiyê û biratiya gelan ku hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dijîn, bigihîne."

(bx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/hdW4-TFmj0Q" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>