Rojnamevan: Hevkariya navneteweyî bi dewleta Tirk re eşkere ye

Rojnamevanan diyar kir ku dewleta Tirk bi rêya qutkirina avê siyaseta Osmaniyan a qirkirina gelan dimeşîne. Her wiha destnîşan kir ku bêdengiya navneteweyî ya li hemberî van sûcan tê wateya ku ew bi dewleta Tirk re hevkar in.

Rojnamevan: Hevkariya navneteweyî bi dewleta Tirk re eşkere ye
25 gulan, 2021   02:47
HESEKÊ - DIYAR EHMED

Li gel berdewamkirina sûcên dermirovî yên dewleta Tirk ên li dijî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, nerazîbûnên li hemberî wan sûcan didomin.

Ji dema ku dewleta Tirk a dagirker bajarê Serêkaniyê dagir kiriye û stasyona Elokê kontrol kiriye, li ber çavên hêzên çalak, garantor û rêxistinên ku qaşo banga mirovahiyê dikin, stasyonê wek çekekê li dijî şêniyên herêmê bi kar tîne.

Der barê mijarê de gelek rojnamevan ji ANHA`yê re axivîn û nêrînên xwe parve kirin.

Samir Yasîn nûçegihanê kanala Ronahî TV behsa azarên şêniyan ji ber qutkirina ava stasyona Elokê kir û got dewleta Tirk ji vê yekê armanc dike ku herêmê vala bike da ku qada dagirkirina xwe firehtir bike.

Yasîn wiha domand: “Pêdiviyên jiyanî yên li herêmê ji aliyê dewleta Tirk ve tên hedefgirtin. Ev jî li gorî qanûnên navneteweyî sûcekî şer e. Divê ev pêdivî ji şer bên dûrxistin. Lê dewleta Tirk a dagirker kiryarên xwe yên sûcdar li dijî gelên herêmê didomîne da ku wan tî bike.”

Yasîn da xuyakirin ku dewleta Tirk a dagirker hin caran di bin fişara civaka navneteweyî de çend bîrên stasyonê dide xebitandin, lê miqdara ku tê berdan têra şêniyan nake û bi vê yekê tevgerên xwe yên provokatîf ên li dijî gelên herêmê didomîne.

‘HÊZÊN GARANTOR HEVKAR IN… BÊDENGIYEK LI HEMBERÎ SÛCAN HEYE’

Yasîn destnîşan kir ku hêzên Rûsya bi sîfata parastina şêniyan û dabînkirina agirbestê derbasî herêmê bûn, lê di rastiyê de erka xwe bicih nayîne. Li gorî Yasîn divê hêzên Rûsyayê stasyona Elokê ji bin kontrola hêzên dagirkeriyê û çeteyên wê derxistiba.

Yasîn wiha domand: “Hêzên çalak ên li herêmê nikarin tiştekî li dewleta Tirk ferz bikin ku hemû lihevkirinan bin pê dike. Diviyabû ku stasyona Elok ji nakokiyên siyasî û leşkerî were dûrxistin, lê ji bêdengiya wê tê fêmkirin ku ew bi dewleta Tirk re hevkar in.”

Yasîn di dawiyê de bang kir ku stasyona Elok radestî hêzên parastina aştiyê yan jî hêzên navneteweyî re were kirin.

‘SIYASETA KU DEWLETA TIRK DIMEŞÎNE BERDEWAMA SIYASETA OSMANIYAN E’

Nûçegihanê kanala Soriyo TV Ehmed Semîla got stasyona Elok ji bo Til Temir û Hesekê û gundewarên wê kaniya jiyanê ye û wiha odmand: “Hemû dizanin ku dewleta Tirk a dagirker piştî dagirkirina Serêkaniyê û piştî ku armancên xwe pêk anîn, dest bi hedefgirtina pêdiviyên jiyanî yên sereke kir di nav de av.”

Semîla wiha axaftina xwe berdewam kir: “Dewleta Tirk ji 1923`yan ji dema ku hatiye damezirandinê ve û ji sûcên ku li dijî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tîne, teqez dibe ku ew siyaseta Osmaniyan didomîne, hovantirîn sûcan û qirkirinan li dijî gelên herêmê yên cuda pêk tîne.”

Semîla bal kişand ser sûcên dewleta Tirk ên li dijî herêmê û got: “Dewleta Tirk bi qutkirina avê ne tenê şêniyên herêmê, lê belê kampên penaberan û navendên pêşwazîkirinê dike hedef. Ev jî kareseteke mirovî ye.“

Semîla teqez kir ku ew nikarin lome ji dewleta Tirk a dagirker bikin, lê lomeya mezin a rêxistinên ku mirovahiyê îdia dikin û li hemberî sûcên li dijî herêmê bêdeng in. Semîla ev yek pirs kir: “Gelo kengî dê ev rêxistin mudaxele bikin û gel ji vê karesetê xilas bikin?”

Semîla di dawiyê de got: “Wek rojnamevan divê em rastiyê ragihînin raya giştî. Divê em dengê gel ragihînin aliyên têkildar û civaka navneteweyî da ku şêniyên herêmê ji sûcên dewleta Tirk a dagirker xilas bikin.”

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/F42ZLM9LFHA" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>