Li dijî baregeha Eyn El-Esed êrişa bi mûşekan

Medyayên iraqê ragihandin ku li dijî baregeha hawayî ya Eyn El-Esed a li parêzgeha Enbarê êrişeke bi mûşekan pêk hat.

Li dijî baregeha Eyn El-Esed êrişa bi mûşekan
24 gulan, 2021   13:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyekî ewlekariyê ragihand ku baregeha asîmanî ya Eyn El-Esed a Hêzên Koalîsyona Navneteweyî ya li parêzgeha Enbarê bi mûşekeke katyûşayê bû hedef.

Çavkanî ji tora Alsumaria News re got: "Mûşekeke katuşayê ber bi baregeha Eyn El-Esedê ya asîmanî ve hate avêtin, lê nêzî niştecihbûna malbatan a li taxa Muesese ya herêma Bexdadî ya rojhilat ket."

Heman çavkanî got, ji ber êrişê ziyanên madî  û mirovî çênebûn.

Gelek caran baregehên ku hêzên DYA'yê lê dimînin ên li Iraqê bi mûşekan tên hedefkirin. Piraniya caran komên çekdar ên ser bi Îranê ve bi van êrişan tên tawanbarkirin.

ANHA