Li taxên Teyî û Hilko 5 komîn hatin avakirin

Piştî derxistina çeteyên Dîfaa El-Wetenî ji taxên Teyî û Hilko, Meclisa Gel a Qamişloyê li ser daxwaza şêniyan 4 komîn li taxa Teyî û komînek jî li taxa Hilko ava kirin.

Li taxên Teyî û Hilko 5 komîn hatin avakirin
24 gulan, 2021   12:35
QAMIŞLO

Piştî ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn çeteyên Dîfaa El-Wetenî ji taxa Teyî û ji kolaneke taxa Hilko derxistin, Meclisa Gel a Qamişloyê dest bi xebatên xizmetguzariyê kir û pêwîstiyên şêniyên taxê dabîn kirin.

Têkildarî mijarê, hevseroka Meclisa Gel a Qamişloyê Hesna Remo diyar kir ku ji bo birêxistinkirina kar û barên şêniyên taxa Teyî piştî derxistina çeteyan, û li ser daxwaza şêniyên taxê li taxa Teyî 4 komîn û li taxa Hilko jî komînek ava kirin.

/kr/uploads/files/2021/05/24/124050_dsc_00032.webp

Komînên taxê bi navên şehîd Qehtan, şehîd Doxan, şehîd Ekrem û şehîd Şervan in ku di şerên li taxê de şehîd bûn. Komîna taxa Hilko jî bi navê şehîd Lorens e. Şehîd Lorens lawê şehîd Hayis El-Ceryan e ku ji aliyê çeteyan ve li taxê hatibû şehîdxistin.

Hesna daxuyand ku niha 4 hezar û 350 malbat li taxa Teyî dimînin û her komînek ji hezar û 200 malan pêk tê.

Hevseroka Meclisa Gel Hesna Remo diyar kir ku cih ji 2 komînan re hatine amadekirin.

20`ê Nîsanê çeteyên Dîfaa El-Wetenî yên girêdayî hikumeta Şamê li taxa Teyî êrişî bendeke kontrolê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn kiribû û şer derketibû. Şerê li taxê berfireh bû û gihaşt taxa Hilko. Di 25`ê Nîsanê de Hêzên Ewlekariya Hundirîn çete ji taxa Teyî derxistin.

(sb)

ANHA