Li Kobanê ji bo destekdayîna berxwedana gerîla gel dakete qadan

Şêniyên navçeya Çelebiyê ya girêdayî kantona Kobanê ji bo destkdayîna berxwedana gerîlayên azadiya Kurdistanê daketin qadan.

Li Kobanê ji bo destekdayîna berxwedana gerîla gel dakete qadan
24 gulan, 2021   12:25
EYN ÎSA

Bi sedan şêniyên navçeya Çelebiyê ya Kobanê û gundên wê û karmendên saziyên sivîl ên navçeyê tev li meşê bûn. Meşê ji têketina başûrê navçeyê dest pê kir û ber bi gundê Xirab Işikê ve dewam kir.

Meşvanan di meşê de berxwedana gerîlayan silav kir û êrişên dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin.

Meş li qada giştî ya gundê Xirab Işikê veguherî mîtîngê. Hevseroka navçeyê Xedîce Faris axivî û êrişên dewleta Tirk ên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê şermezar kirin û diyar kir ku dagirker dev ji êrişkirina li dijî gelên aştîxwaz bernade.

Xedîce Faris destnîşan kir ku kiryarên dewleta Tirk li Herêmên Parastinê yên Medyayê ji êriş û topbaranên rojane, qutkirina ava Firat li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê armanc dike ku gel birçî bike. Her wiha Xedîce bêdengiya navneteweyî ya der barê van êrişan de şermezar kir.

Xedîce di dawiya axaftina xwe de berxwedana gerîla ya li Herêmên Parastinê yên Medyayê û  berxwedana QSD'ê li hember dagirkeriya Tirk silav kir.

Mîtîng bi berzkirina sloganên silavkirina berxwedana gerîla, bi dawî bû.

Hêjayî gotinê ku ev meş di çarçoveya rêzeçalakiyên ku li Kobanê ji bo destkdayîna berxwedana gerîla û redkirina biryara rêveberiya Amerîkayê ya li dijî 3 rêveberên Tevgera Rizgariya Kurdistanê, têne organîzekirin.

(dm)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/9sLqt88La0I" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>