Rûspiyên eşîran: Divê Rêveberiya Xweser wekî hikumeteke rewa bê naskirin

Rûspiyên eşîrên Ereb ên Til Temirê banga naskirina Rêveberiya Xweser wek hikumeteke rewa kir û got “Rêveberiya Xweser gelên herêmê temsîl dike, daxwazên wan bi cih tîne û bêyî cudakarî mafên wan diparêze.”

Rûspiyên eşîran: Divê Rêveberiya Xweser wekî hikumeteke rewa bê naskirin
24 gulan, 2021   04:14
HESEKÊ – DIYAR EHMED

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bangên pêkhate û neteweyên cuda yên îtirafa bi Rêveberiya Xweser, zêde dibin. Pêkhateyên herêmê rêveberiyê nêzî gel dibînin û dibêjin ku daxwaz û hêviyên wan tîne cih.

Rûspiyên eşîrên Ereb ên Til Temirê ji ANHA`yê re axivîn û nêrînên xwe li ser Rêveberiya Xweser parve kirin. Rûspiyan îşaret bi ferqa di navbera Rêveberiya Xweser û hikumeta Şamê de kir û xwest ku Rêveberiya Xweser wekî hikumetek rewa bê naskirin.

/kr/uploads/files/2021/05/23/180820_-.webp

Ji rûspiyên eşîra Begaret El-Cebel, Mihemed Ehmed El-Hisên got ji dema ku Rêveberiya Xweser herêm bi rêve bir, wan cûdayî mezin di navbera serdema hikumê hikumeta Şamê û serdema rêveberiyê de li ser hemû astan dît.

El-Hisên teqez kir ku Rêveberiya Xweser rêveberiyeke baş e, nêzî gelên herêmê ye, pêdiviyên wan bi cih tîne û pirsgirêkên wan çareser dike.

‘HÊVIYÊN GELAN PÊK ANÎN‘

El-Hisên wiha axaftina xwe dewam kir: “Em dixwazin ev rêveberî bimîne. Ji ber ku hêviyên gelên herêmê pêk anî, wekhevî di navbera hemû neteweyên herêmê û di navbera her du zayndan de pêk anî.”

El-Hisên wiha domand: "Wekî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê em hêvî dikin ku Rêveberiya Xweser wekî hikumeteke rewa bê naskirin. Ji ber ku kar û barên herêmê bi rêve dibe û daxwazên gel tîne cih.”

Mihemed Ehmed El-Hisên wiha dawî li axaftina xwe anî: "Wekî rûspiyên eşîryên Ereb me cihê xwe di nava Rêveberiya Xweser de dît. Itîrafê bi me dike û em jî itîrafê pê dikin. Ji ber wê em bang li civaka navneteweyî û Yekitiya Ereban dikin ku itîrafê bi Rêveberiya Xweser bikin ji ber ku ew ji bo gelên herêmê rêveberiya maf û wekheviya ye."

‘RÊBERIYEKE GEL A RASTEQÎN’

/kr/uploads/files/2021/05/23/180830_-.webp

Nûnerê eşîra Şerabiyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ehmed El-Xidir jî îşaret bi cudahiya di navbera Rêveberiya Xweser û hikumeta Şamê de kir û ev tişt anî ziman: "Di bin sîwana Rêveberiya Xweser de em dibînin ku her welatiyek li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hemû mafên xwe bêyî cûdahî bidest xistiye. Ev yek di dema hikumeta Şamê de tune bû. Ez dikarim vê yekê bi tecrûbeyeke xwe ta şexsî teqez bikim. Ji ber ku min hejmareke sewal ji Iraqê anîbû, ez 6 mehan di navendeke ewlehiyê ya li Şamê (Feri Filistîn) de girtî mam.”

El-Xidir diyar kir ku Rêveberiya Xweser gel temsîl dike, bêyî cûdahiya mafên wan misoger dike, hemû pêkhateyan hembêz dike û mafên wan diparêze.”

‘HIKUMETEKE REWA YE’

El-Xidir sedema tevlêbûna wan ji Rêveberiya Xweser re diyar kir û wiha got: “Dema ku komên çeteyan derbasî herêmên me bûn, hikumeta Şamê em bê parastina hiştin, hêzên herêmê (YPG /YPJ, QSD) şênî û gelên herêmê parastin.”

El-Xidir di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku ji dema damezirandina Rêveberiya Xweser ve û heta niha niştecihên herêmê diparêze û mafên wan misoger dike û teqez kir ku wekî eşîra Şerabiyan ew destekê didin Rêveberiya Xweser. Ehmed El-Xidir bang li civaka navneteweyî kir ku Rêveberiya Xweser wekî hikumetek rewa nas bikin.

(bx)

ANHA