Domandina qutkirina ava Firatê bandorê li cotkar û sewaldariyê dike

Cotkaran behsa bandorên kêmbûna ava çemê Firatê li qada çandinî û sewaldariyê kir û hişyarî ji karesateke mezin da.

Domandina qutkirina ava Firatê bandorê li cotkar û sewaldariyê dike
Domandina qutkirina ava Firatê bandorê li cotkar û sewaldariyê dike
Domandina qutkirina ava Firatê bandorê li cotkar û sewaldariyê dike
Domandina qutkirina ava Firatê bandorê li cotkar û sewaldariyê dike
Domandina qutkirina ava Firatê bandorê li cotkar û sewaldariyê dike
Domandina qutkirina ava Firatê bandorê li cotkar û sewaldariyê dike
23 gulan, 2021   23:46
KOBANÊ – MEYSA EKARÎ

Rêveberiya Giştî ya Bendavên Bakur û Rojhilatê Sûriyê diyar kir ku miqdara ava çemê Firatê ya ku digihêje xaka Sûriyê di 15`ê Gulanê de kêmtir bû û di her saniyekê gihîşt 185 metrekabikan.

Têkildarî mijarê, welatiyê bi navê Salih Ehmed Şewaq ê ji gundê Til El-Ebir ê li qiraxa çemê Firatê yê rojavayê bajarê Kobanê ye, got: "Kêmbûna rêjeya ava çem bandoreke mezin li jiyana rojane ya şêniyan kir. Bêhna xirab jê tê ji ber nema diherike.”

Salih Ehmed Şewaq diyar kir ku kêmbûna rêjeya avê hêdî hêdî bandor li çandiniyê kir û wiha domand: "Ji ber ku boriyên avê nagihêjin çem, bîr jî zuha bûne, ev yek jî bandorê li ava vexwarinê dike û şênî nema dikarin peyda bikin."

Şewaq got wan ji ber kêmbûna avê ji sedî 60 zerar dît, ji ber ku zeviyên wan zuha bûn û nikarîbûn êm û avê ji sewalên xwe re peyda bikin.

Salih Ehmed Şewaq pirsa sedema bêdengiya hikumeta Şamê ya der barê binpêkirinên dewleta Tirk ên li dijî gelê herêmê de kir û bêdengiya navneteweyî der barê kêmbûna rêjeya ava çemê Firatê de şermezar kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Para me jî tê de heye. Nabe ku dewleta Tirk para me ji ava çemê Firatê kêm bike."

Her wiha cotkarê bi navê Mihemed Ehmed Osman wiha axivî: "Bîrên avê yên li gund hêdî hêdî zuha dibin. Vê yekê jî bandoreke mezin li çandinî û cotkaran kir. Her wiha zehmetî di xwedîkirina sewalan de dîtin, nexasim di demsala havînê de."

Mihemd Ehmed Osman teqez kir ku divê hikumeta Şamê der barê sûcên dewleta Tirk ên li dijî herêmê de bê deng nemîne û bang li dewleta Tirk kir ku dev ji qutkirina ava çem berde.

Dewleta Tirk ji 27`ê Çileyê borî ve rêjeya ava çemê Firatê kêm kiriye ku 5 metreyan av daketiye.

(bx)

ANHA