Ertugrul Kurkçu: Rejîma Erdogan ber bi tunebûnê ve diçe

Parlementerê HDP'ê yê berê Ertugrul Kurkçu li ser doza Kobanê û têkiliyên AKP'ê û komên çete got "Rejîma Tayyîp Erdogan ber bi tunebûnê ve diçe."

Ertugrul Kurkçu: Rejîma Erdogan ber bi tunebûnê ve diçe
24 gulan, 2021   01:57
NAVENDA NÛÇEYAN  - ZANA DENÎZ

Di "Doza Kobanê" de dadgehê bêyî raya dozgeriyê biryara demkî da. Doz heta 14 'ê Hezîranê hat taloqkirin. Di doza Kobanê de 108 kesên ku di nav de hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), endam û rêveberên meclisa partiyê ya HDP’ê jî hene, têne darizandin.

Di 9’ê Cotmeha 2014’an de, ji ber protestoyên 6-7-8’ê Cotmeha 2014’an, der barê hevserokên HDP’ê û endamên meclisa partiyê ya HDP’ê de lêpirsîn dabûn destpêkirin. Di 20 'ê Gulana 2016'an de lêpirsîna Kobanê li îdianameyên wan hatin zêdekirin. Lêpirsînê di 19 'ê Hezîrana 2018'an de berfireh kirin û gelek siyasetmedar tev lê kirin.

Di beşa yekemîn a hevpeyvîna li gel ANHA’yê de parlementerê berê yê HDP'ê Ertugrul Kurkçu, Doza Kobanê ku heta 14 'ê Hezîranê hat paşvexistin û têkiliyên mafya-dewlet-siyasetê ku di rojên dawî de dîsa di rojevê de ne, şîrove kirin.

Kurkçu Doza Kobanê weke "tolhildana DAIŞ'ê" bi nav kir û got: “Sebahat Tuncel di parastina xwe de ev yek bi awayekî zelal raxist pêş çavan. Ji bo berevajîkirina rastiyan hewldaneke mezin heye."

Kurkçu diyar kir ku bi Doza Kobanê re dewleta Tirk dixwaze HDP'ê asteng bike ku nekeve hilbijartinan  û anî ziman ku dixwazin HDP’ê krîmînalîze bikin û got: "Li vir bi rastî jî darizandinek pêk nayê. Ji sala 2014'an ve pirsgirêkeke ku 7 sal e di rojeva siyasî de ye. Dema ku fêm kir ku dê desthilatê ji dest bide, careke din xist rojevê. Ev hewldaneke ji bo xapandina mirovan e.”

‘ERDOGAN LI KOBANÊ TÊK ÇÛ’

Planên Erdogan ên wê demê ku bi DAIŞ'ê re Kobanê dagir bikin, bi berxwedana YPG'ê têk çûn. Kurkçu bal kişand ser wê serdemê û diyar kir ku ev doz dê ji bo Erdogan bi ser nekeve û wiha axivî: "Li gorî min ev doz dê bi ser nekeve. Tayyîp Erdogan li Kobanê winda kir. DAIŞ têk çûye. Piştî vê windahiyê pirsgirêka rastî derket holê. Berdêla têkçûnê jî ji nûnerên gel tê xwestin. Tevî ku ev dek û dolab li dadgehên wan encam dabin jî, di demeke dirêj de tu encamên xwe yên hiqûqî nîn in."

Ertugrul Kurkçu got HDP ji hêla hikumetê ve wek dijberekî cidî tê dîtin û hewl didin qels bikin lê talîmata heyî nîşan dide ku rejîma Erdogan nikare bi rêya van dozan HDP'ê asteng bike.

Kurkçu destnîşan kir ku hikumeta AKP dê nekare xwe ji hilbijartineke ku HDP beşdar bibe, xelas bike û wiha pê de çû: "Rejîm dê ji hilbijartineke ku HDP beşdar bibe, nekare bireve. Yan jî rejîm tu carî hilbijartinan çênake. Ev di serî de dê ji aliyê beşên din ên burjuvaziyê û beşên din ên dewletê ve neyê qebûlkirin. Eger civaka navneteweyî destûrê nede vê yekê, Tayyîp Erdogan dê bikeve hilbijartinekê ku ew ê bi dengekî bilind winda bike.”

‘AKP Û ŞÎRIKÊ WÎ SERBERJÊR DIÇIN’

Ertugrul Kurkçu got: "AKP û hevkarê wê niha di aliyê siyasî de qels dibin. Tu hêz nikare wê ji vê yekê rizgar bike. Hin beşên muxalefetê, çi Kobanê be û çi jî pirsgirêka Kurd be, ji hikumetê ne kêmtir neteweperest in û ne demokratîk in, wekî Îyî Partî. Di hin mijaran de divê muxalefet gavên cidî biavêje."

Kurkçu diyar kir ku di pêvajoyeke dijwar re derbas dibin û wiha dewam kir: “HDP wekî ku qet neyê girtin, xebatên xwe dewam dike. Heta ku di dawiyê de hewl bidin jî, şopdarên me, mîrateya me ya têkoşîna demokratîk, di her rewşê de dikarin encamên hilbijartinekê rasterast texmîn bikin. Ev hewldan bê fêde ne. Doza Kobanê bi giranî xizmetê ji vê yekê re dike. Lê wekî hûn jîdibînin hevalên me dest bi çirandina perdeyê dikin.”

Kurkçu got: "Hewl didin di vê dozê de biryara ku ji Dadgeha Destûrê vegeriya, ji nû ve bînin. Lê belê ev doz çareser bibe jî dê bandorê li Dadgeha Destûrê bike. Divê Dadgeha Destûra biryarên DMME'yê li ber çavan bigire. Lewma bi vê dozê re dê biryarekê bidin ku wê bibe sergo. Mîna me got, mesele ya hiqûqê ye. Rewşa rastîn de facto û siyasî ye."

 ‘DOZA SUSURLUKÊ DÊ DUBARE NEBE’

Ertugrul Kurkçu gotinên serokê mafyayê Sedat Peker ên têkildarî wezîrê karên hundir Suleyman Soylu û têkiliya nerewa ya AKP û çeteyan bi bîr xistin û got: "Dema ku mirov li wênayê giştî dinêre, dişibe pêvajoya Susurlukê. Dîsa kesên li Susurlukê hebûn, tev lê bûne. Di dawiya tabloyê de ez aktorê sereke yê karesata Susurlukê Mehmet Agar dibînim. AKP'ê her çend hewl da vê pêvajoyê li hemberî xwe bizivirîne jî, ji ber rewşa xwe gav bi gav ber bi têkçûnê ve diçe."

Kurkçu destnîşan kir ku dê dîrok wekî di dema Susurlukê de dubare nebe û got: "Di vê pêvajoyê de ez dibînim ku çîrokên gendelî, çewisandin û mafyayê dê zêde bibin û Tirkiye jî dê di bin vê enqazê de bimîne. Rejîm dê nekare bi hêsanî jê derkeve. Di pêvajoyê de dê bi hilweşîna rejîmê re em pergalên wan ên hilweşiyayî paqij bikin."

Ertugrul Kurkçu wiha lê zêde kir: “Ji niha û pê ve derfetên me hene ku em baştir bibin. Lê bi serê xwe nikare pêk were. Divê di navbera gelan de yekitî, tifaq, hevparî pêk were. Heta ku em bi Kurdan re hevkar nebin, ne pêkan e ku Tayîp Erdogan, çeteyan, Bahçelî têk bibin û ne jî siberoja zarokên xwe ji destê wan rizgar bikin. Lewma pêşeroj û çarenûsa Tirkiyê bi doza azadiyê ya Kurd re girêdayî ye.”