'Guhartina demografiyê li bakurê Sûriyê, ji bo berjewendiyên Enqere û Şamê ye'

Hevserokê Yekitiya Rewşenbîran a Minbicê Ehmed El-Yûsif teqez kir ku hevkariya dewleta Tirk û hikumeta Şamê di bûyerên guhertina demografiya herêmên Sûriyê de, ji bo pêkanîna berjewendiyên xwe li ser hesabê gelê Sûriyê ye.

'Guhartina demografiyê li bakurê Sûriyê, ji bo berjewendiyên Enqere û Şamê ye'
24 gulan, 2021   00:50
MINBIC

Dewleta Tirk û hikumeta Şamê ji bo guhertina demografiyê Ii ser erdnîgariya Sûriyê hevkariyê dikin da ku berjewendiyên xwe pêk bînin. Ev yek jî li ser hesabê gelê Sûriyê tê kirin.

Di vê hefteyê de hikumeta Şamê nêzî 150 kesî ji gundê Um Batna ya parêzgeha Quneytra ber bi bajarê Babê ve ku dewleta Tirk û çeteyên wê dagir kiriye, koçber kirin. Bi vê yekê dewleta Tirk niştecihên resen ên herêmê neçarî koçberiyê dike û dixwaze demografiya herêmê biguherîne.

Têkildarî mijarê, hevserokê Yekitiya Rewşenbîran a Minbicê Ehmed El-Yûsif ji ANHA`yê re wiha got: "Dewleta Tirk dema herêmên Bakurê Sûriyê dagir kirin, çekdar ji herêmên din anîn herêmên dagirkî  û guhertina demografîk pêk anî da ku nasnameya rast a bakurê Sûriyê biguherîne."

Ehmed El-Yûsif wiha domand: "Hemû sîstemên dîktator ku dixwazin berjwendiyên xwe pêk bînin, bêyî ku guh bidin berjewendiyên gel, vî karî dikî. Rejîma Sûriyê yek ji sîstemên dîktatore û di vê xalê de bi dewleta Tirk re dibe yek û ew jî xala guhertina demografiyê ye."

Têkildarî anîna beşa dawî (150 kes ji parêzgeha Quneytra) ber bi bajarê Babê ve Ehmed El-Yûsif ev tişt anî ziman: "Li vir nêzîkatiya di navbera dewleta Tirk û rejîma Sûrî de eşkere dibe. Ji ber armanca wan ku nasnameya rast a herêmê biçewisîne, da ku berjewendiyên xwe pêk bîne dûrî berjewendiyên gelê Sûriyê be."

‘GELÊ SÛRIYÊ LI DIJÎ GUHERTINA DEMOGRAFIYÊ YE’

Ehmed El-Yûsif teqez kir ku gelê Sûriyê li dijî guhertina demografiyê ye, naxwaze mal ji xwediyên wan ên resen werin standin û bidin kesên din.

El-Yûsif destnîşan kir ku sûc roj bi roj zêde dibin, ji ber ku dewleta Tirk dest bi guhertina zîhniyetê di dibistanan de kiriye, sîstema perwerdeyê guhertiye da ku fikirên xwe di mêjiyên zarokê Sûriyê de biçînin û mêtingehan li herêmên dagirkirî ava bike.

Hevserokê Yekitiya Rewşenbîran a Minbicê Ehmed El-Yûsif wiha dawî li axaftina xwe anî: "Divê civaka navneteweyî guh bide van sûcan, ji ber li dijî gelê Sûriyê xeter e û nasnameya wan herêman diçewisîne wekî ku çawa li Lîwa Iskenderûn û herêmên ku dagir kiriye, pêk hat."

(bx)

ANHA