Li Sirînê ji bo destekdayîna gerîla meş

Îro bi sedan şêniyên navçeya Sirîn û gundewarên wê, bi dirûşmeya "Bijî berxwedana her sê azadîxwazan" meşek ji bo destekdayîna gerîla, lidar xist.

Li Sirînê ji bo destekdayîna gerîla meş
23 gulan, 2021   12:01
KOBANÊ

Meclisa navçeya Sirînê ya girêdayî kantona Kobanê meş organîze kir. Bi sedan şênî û nûnerên partiyên siyasî û saziyên sivîl û leşkerî tev li meşê bûn.

Meş ji deriyê ketina navçeyê dest pê kir. Di meşê de wêneyên rêber Abdullah Ocalan, pankartên "Bijî berxwedana her sê azadîxwazan" û hwd. hatin hildan. Her wiha dirûşmeyên silavkirina berxwedana gerîla hatin berzkirin.

Meş li qada şaredariyê veguherî mitîngê. Di mitîngê de Hevserokê Şaredariya Sirînê Mustefa Muslim wiha axivî: "Em li virin da ku ji cîhanê re îsbat bikin ku berxwedan jiyane û serkeftin a QSD`ê ye."

Mustefa Muslim biryara Amerîkayê li dijî fermandarên Tevgera Rizgariya Kurdistanê (Mûrade Qereyelan, Cemîl Bayik û Doran Kalkan) şermezar kir û tekez kir ku bi saya wan kesan teror têk çû û wiha domand: "Ma gelo yê parastina gel û xaka xwe dike dikeve lîsteya terorê de?."

Muslim destnîşan kir ku terora rast dewleta Tirk a dagirker e, ji ber ew avê ji ser zarok û jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê qut dike.

Tê payîn ku sibe meclisa navçeya Çelebiyê ya kantona Kobanê jî meşekê lidar bixe.

(bx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/LA5DG5fSfhQ" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>