Rêveberiya Giştî ya Bendavan: Dewleta Tirk qutkirina avê li ser Iraq û Sûriyê didomîne

Rêveberiya Giştî ya Bendavan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker heya niha ava Çemê Firatê li Sûriye û Iraqê qut kiriye.

Rêveberiya Giştî ya Bendavan: Dewleta Tirk qutkirina avê li ser Iraq û Sûriyê didomîne
23 gulan, 2021   11:58
KOBANÊ

 

Endamê Rêveberiya Giştî ya Bendavan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Mihemed Terbûş ji ajansa me re axivî û diyar kir ku dewleta Tirk ev zêdetirî 4 meh in ku ava Firatê li ser Sûriye û Iraqê qut kiriye. Her wiha da zanîn asta ava Çemê Firatê ya ku diherike axa Sûriyê neguheriye, ango hîna wekî dema ku hatiye qutkirin e.

Terbûş diyar kir ku rêjeya çavkaniyên avê a Çemê Feratê, di saniyê de 200 metre kabik derbas nake û ev miqdar li gorî lihevkirina sala 1987'an a di navbera Tirkiyê û Sûriyê de pir kêm e. Li gorî wê lihevkirinê divê Tirkiyê pabendî berdana avê di saniyê de 500 metre kabik be û Iraq ji sedî 60`î ji wê avê werbigire.

Dewleta Tirk ji 27'ê Çileyê ve, ava Firatê li ser Sûriyê û Iraqê qut kiriye, ev yek jî dibe sedema karesatekê li Sûriyê û Iraqê.

(dx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/2p1MD1m8hnw" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>