Bi wêne û dîmen bandora qutkirina ava Firatê li gundewarên Reqayê

Ji ber qutkirina ava çemê Firatê ji aliyê dewleta Tirk ve û bandorên wê yên neyînî li ser herêmê, mezintirîn projeya avê ya li gundewarê bakurê Reqayê (Pompeya Refi ya Til El-Semin) ji 48 saetan, tenê 4 saetan dixebite.

Bi wêne û dîmen bandora qutkirina ava Firatê li gundewarên Reqayê
23 gulan, 2021   10:05
EYN ÎSA

Di wêne û dîmenên ku nûçegihanê me kişandine de, rawestandina herikîna avê ji pompeya Refi ya Til El-Semin a bi rêya kanalên wê, diyar dibe ku av kêmî nêvî daketiye.

https://www.hawarnews.com/ar/uploads/files/2021/05/23/095842_eni-isa-av-28129.jpg

Bi qutkirina ava pompeyê re rêjeya çandiniyê li herêma Girê Spî ku di avdanê de xwe dispêre ava pompeyan li gorî par daketiye nêvî. Tenê bi sedan donim li rex çemê Celabê hatin çandin ku bi rêya jenartoran avê dikişînin.

Li gorî aliyên peywendîdar ên ku xebata pompeyê dişopînin, di halê hazir de pompe tenê ji bo peydakirina ava vexwarinê ya pompeya ava vexwarinê ya gundê El-Hêşe û kampa koçberan a Girê Spî tê xebitandin, ev jî her 48 saetan tenê 4 saetan tê xebitandin.

https://www.hawarnews.com/ar/uploads/files/2021/05/23/095902_eni-isa-av-28229.jpg

Pompeya Refi ya Til El-Semin 16 hezar hiktar ji erdên çandî yên gundewarê kantona Girê Spî û gundewarê bakurê Reqayê av dide û ava vexwarinê ji dehan gundên girêdayî bajarokê El-Hêşe peyda dike.

Dewleta Tirk a dagirker ji beriya 3 meh û nîvan ve ava Firatê qut kiriye, di encamê de rêjeya berdana avê kêm bûye, heta li hin herêman jî gihaştiye zêdetirî 5 metreyan.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/9Hn6sCNHjhs" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>