Komîteya Şaredariyan a Kobanê xebatên xwe yên nû eşkere kirin

Komîteya Şaredariyê ya kantona Kobanê, rêzexebatên xwe yên di werza havînê de eşkere kirin.

Komîteya Şaredariyan a Kobanê xebatên xwe yên nû eşkere kirin
23 gulan, 2021   11:01
KOBANÊ - NÎHAD KERHO

Piştî diyarkirina budçeya darayî ya ji bo 11 şaredariyên Kobanê, xebatên Komîteya Şaredariyan hatin eşkerekirin. Yek ji karê herî girîng ku şaredarî dê vê havînê bikin, dagirtina rêyên bajêr e da ku piştre zîft bikin.

Bi dirêjahiya 59 km dê rêyên kantona Kobanê werin sererastkirin. Her wiha dê rêya di navbera Kobanê û Sirînê de bi dirêjiya 30 km were sererastkirin.

Komîteya Şaredariyan li gorî projeyên ku ji hêla wê ve hatine pêşkêşkirina, mîqdara ji bo ziftkirina rêyan veqetand; şaredariya Bilik 7 km, Sirîn 5 km, Qineyê 6 km û Remalê 5 km.

Her wiha li navenda bajarê Kobanê, tê payîn 17 km were zîftkirin ku ji Qada Şehîd Egîd heya kolana Birca Saetê û rêya sereke re, her wiha rêya Nexweşxaneya El-Emel û rêya Menazê ya li aliyê rojavayê bajêr, were zîftkirin.

Hevserokê Komîteya Şaredariyan a kantona Kobanê Hecî Ehmed got: "Em îsal di destpêkirina xebata xwe de dereng man, ji ber ku dabeşkirina budceyek ji bo wan ji Komîteya Şaredariyan a di Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê de, ku bi qasî 900 hezar dolar hate texmîn kirin, dereng ma. Her wiha dê li gorî karê her şaredariyekê were dabeşkirin. "

 Ehmed wiha dom kir: "Zîftkirina rê ji ber derengmayîna madeyên wê dereng ma. Piştî ku made hatin peydakirin, wê ji nû ve projeya berfirehkirina rê û sereraastkirina rêyên ku zirar dîtine, werin destpêkirin."

Ji aliyekî din ve jî, lêkolîna ji bo ji nû ve sererastkirina toreyên kanalîzasyonê û kolandina hin bîran li hin herêmên ku zehmetiyan ji kêmbûna avê dikişînin, didome.

(dx)

 ANHA