Çavkaniyekî misirî: Ixwan Muslimîn berê xwe didin Îranê

Çavkaniyekî misirî ragihand ku di navbera lîderên rêxistina Ixwan Muslimîn û rayedarên Îranê de, di çend rojên borî de peywendî çêbûye.

Çavkaniyekî misirî: Ixwan Muslimîn berê xwe didin Îranê
23 gulan, 2021   09:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Nivîskarekî misirî ku li Istebnbolê dimîne û nexwest navê xwe eşkere bike, ji toreya Sek News a Erebî re diyar kir ku lîderên rêxistina navneteweyî û di serî de rêberê giştî ya Ixwanan Ibrahîm Mûnîr bi rayedarên îranê ku di nava wan de berpirsên Pasdaran jî hene re, axivîne. Li gorî nivîskar, rayedarên Ixwanan ji rayedarên Îranê cihên bi ewle û destekdayîna lojistîkê ji hinek endamên rêxistinê ku bi dozên terorê hatin tewanbarkirin re, xwestine.

Heman çavkanî destnîşan kir ku rêveberên rêxistinê bersiva Îranê eşkere nekir, lê belê piştrast kir rayedarên Îranê daxwaza wan bi erênî nirxandiye û soz daye ku ew ê piştgirî bide wan.

Li gorî çavkanî, endamên Ixwanan ditirsin ku dewleta Tirk wan radestî Qahîreyê bike.

(dm)