Projeyên xwedîkirina mirîşkan pêwîstiyên şêniyên herêmê dabîne dikin

Projeyên xwedîkirina mirîşkan li navçeya Til Hemîsê pêwîstiyên bazarên navçeyê û yên bajarên herêma Cizîrê ji goştê mirîşkan dabîn dikin.

Projeyên xwedîkirina mirîşkan pêwîstiyên şêniyên herêmê dabîne dikin
23 gulan, 2021   09:35
QAMIŞLO

Li Til Hemîs û gundewarê wê 12 cihên taybet bi mirîşkan hene. Di salên derbabûyî de her çiqasî derfet û şarezayî hebûn jî, lê hikumeta Şamê û sermayedarên bi ser wê ve dixwestin hilberînên xwe li herêmê bifiroşin, ji ber vê yekê herêmê zehmetiya paşguhkirina projeyên biçûk û navîn dikişand.

Piştî ku Rêveberiya Xweser piştgirî da projeyên biçûk, mîna projeyên xwedîkirina mirîşkan, kesên mirîşk xwedî dikirin, teşwîq bûn ku projeyên xwe berfireh bikin. Li Til Hemîsê tenê hejmara cihên taybet bi mirîşkan mirîşkan ji 8’an  gihaşt 12’an. Vê yekê bandoreke erênî li bazara herêmê kir.

Di mewsima xwedîkirina mirîşkan de, kesên ku wan xwedî dikin, zehmetiya dikişînin. Ji wan zehmetiyan; anîna çêçikan ji herêmên hikumeta Şamê bi lêçûneke zêde û ferzkirina bacan, her wiha nirxên buha yên êm, derman û derziyan ku bi dolaran tên kirîn, ji ber ku di mehên dawî de nirxê lîreyê Sûriyê li hemberî dolarê amerîkî daketiye.

Der barê van astengiyan de, endamê rêveber ê  Komîteya Çandinî û Berhemên Sewalan a Til Hemîsê Elî El-Azil axivî û got: "Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê projeya piştgiriya kesên ku mirîşkan xwedî dikin, nîqaş dike, jê piştevaniya ji çêçikan, êm û derman ku bi buhayekî diyarker û guncaw were kirîn. Armanca vê yekê ew e ku kesên mirîşkan xwedî dikin ji keysbaziya bazirganan biparêzin."

Hêjayî bibîrxistinê ye ku xwedîkirina mirîşkan herî zêde 45 rojan dewam dike, giraniya her mirîşkekê ji 2,5 heta 3 kîlo ye.

 (eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/XcM-uaGy5PE" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>