Mezargeha Diyarê Felekê di nava êzidiyan de xwedî cihekî taybet e

Mezargeha Diyarê Felekê ya li navçeya ‎Tirbespiyê ji bo êzidiyên herêma Cizîrê xwedî cihekî pîroz e. Mezargeh bi qube û dara hêviyan di ‎her boneyê de meqseda êzidiyan e.‎

Mezargeha Diyarê Felekê di nava êzidiyan de xwedî cihekî taybet e
Mezargeha Diyarê Felekê di nava êzidiyan de xwedî cihekî taybet e
Mezargeha Diyarê Felekê di nava êzidiyan de xwedî cihekî taybet e
Mezargeha Diyarê Felekê di nava êzidiyan de xwedî cihekî taybet e
Mezargeha Diyarê Felekê di nava êzidiyan de xwedî cihekî taybet e
23 gulan, 2021   07:52
QAMIŞLO-RÊNAS REMO

Dema ku mirov diçe gundewarê bakurê navçeya Tirbespiyê, li ser rêya ber ‎bi gundên êzidî; Til Xatûn, Otilce û Alareş ên li herêma Cereh ve, piştî ‎‎13 kîlometreyan qubeya Diyarê Felekê xuya dike.‎

Qube li aliyê rojhilatê gundê Otilce ye ku ji gundekî êzidî yên cihêreng li ‎Tirbespiyê û tevahî herêma Cizîrê ye, ji ber di gund de Mezargeha Diyarê ‎Felekê heye.‎

Êzidî di her mezargehekê de qubeyan ava dikin. Li gorî baweriya êzidiyan ev qube sembola ronahî, roj û berdewama jiyanê ye.

Şeklê qubeyên mezargehên êzidiyan lûle ye û li lûtkeya wê şeklê rojê heye ku sembola ronahiyê ye. Her wiha teşeya wê zincî ye û zemîna wê heye ku îşaretê bi mehên salê, rojên hefteyê û çar aliyan dike.

Diyarê Felekê di bingeh de goristaneke êzidî ye û êzidî miriyên xwe lê vedişêrin. Li navçeya Tibespiyê 2 goristanên êzidiyan hene û ya din li gundê Mizgeftê yê li aliyê rojavayê Bendava Mizgeftê ye.

Dîrokê mezargehê vedigere sala 1925'an e. Mezinên gund dibêjin, kesê bi navê Têlî Zêdê beriya ku bimire weseyet kir li girê gundê Otilce were veşartin û cihê veşartina wî bibe Diyarê Felekê.

Navê mezargehê (Diyarê Felekê) li çîroka Mîr Meh vedigere ku li gel êzidiyan navdar e ku bi daxwaza zindîbûnê rêwîtî kir û di rêwîtiyê de jina bi navê Felekê dît.

Gora Diyarê Felekê bi demê re veguherî mezargeheke pîroz û meqseda êzidiyan, nemaze piştî ku qubeyeke li jora odeya "Nîşaneyên pîroz" hate avakirin. Di wê odeyê de berîkên nexşekirî û bi destan hatine çêkirin û tê tiştên madî yên pîroz hene.

Qube bi finansekirina ji aliyê êzidiyê bi navê Hecî Gorgîn ve hat avakirin, bi wê re jî şelkelî xweşik da mezargehê.

Çeteyên DAIŞ’ê di 2014’an de dema ku êriş Şengalê kir gelek mezargehên olî yên êzidî wêran kirin û bi dehan qube hilweşandin. Li Efrînê jî ev yek hate kirin, piştî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê Efrîn dagir kir û heta niha 9 mezarên olî hatin wêrankirin û kolandin ku li şûnwar û zêran bigerin.

Di mezargeha Diyarê Felekê de gelek gorên şêxên êzidî yên li herêma Cereh hene. Ji wan şêx Nasir Şêx Mîrza "Pêşîmam" li gel wê jî gorên ji çîna pîr hene.

Ji bilî gundê Mizgeftê, miriyên êzidî li herêma Cereh tên veşartin. Di goristanan de gelek êzidiyên Şengalê yên ku di fermana 2014’an de şehîd bûne hatin veşartin. Ew şehîd piştî koorîdora mirovî di navbera Rojava û Şengalê de ji hêla YPG’ê ve hat vekirin, li wir hatin veşartin.

Piştî ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê Efrîn dagir kir û şêniyên wê koçber bûn, gelek êzidî li mezargeha Diyarê Felekê hatin veşartin.

Êzidî di bone û cejnan de li mezargeha Diyarê Felekê kom dibûn, di pîrozbahiya cejna Sersala Êzidî "Çarşem", Cejna Êzî û Patizmî de jinên êzidî xêr û bêran li ser rihê miriyên xwe belav dikin û li mezargehê kom dibûn û li kesên beşdar ên li perestgehê belav dikin.

Ji ber pîrozahiya cih û baweriya bi dareza yezdan, êzidî di her boneyan de berê xwe didin mezargehê û ji xwedê û Tawûsê Melekê dixwazin ku hêvî û mirazên wan bi cih bînin.

Ji ber xwezaya cih pîroz e, di mezargehê de Diyarê Felekê de Dara Miradan heye, ew dareke tûyê bi temen e. Li ser gora şêx Nasir hate çandin, kesên ku berê xwe didin wir parçeyek caw pê ve girê didin û ji xweda û Tawûsê Melek dixwazin ku  hêviyên wan bi cih bînin.

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/iXi5bnvAwcc" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>