Piştî 11 rojên giran Xeza li ser birîneke kûr şiyar bû

Li Xezayê ku di nava 11 rojên ku bê naveber şerekî giran lê qewimî û ziyanên mezin bi xwe re anîn de, agirbest hate ragihandin. Piştî agirbestê xelkên wê li ser êş û birînên kûr şiyar bûn. Li gorî şahidan, demek dirêj pêwîst e ku xelkê wê karibe van êşan derman bike.

Piştî 11 rojên giran Xeza li ser birîneke kûr şiyar bû
23 gulan, 2021   07:30
XEZA –OMER MÛSA

Yûnis El-Medhûn bi hesret li mala xwe ya li bakurê Xezayê ku wêran bûye,dinêre. Mala ku ji 4 qatan pêk dihat û tê de malbata wî ya ku ji 14 kesan pêk dihat tê dijiyan, ji ber bombebarana balafirên şer ên Îsraîlê wêran bûye.

Girêdayî wê kêliyê El-Medhûn (51) got: "Nîvê şevê bû. Zarok hemû di xew de bûn. Ji nişkave istîxbarata Îsraîlê bi rêya telefonê bi min re axivî û ferman da ku em ji malên xwe derkevin. Bêyî ku tiştekî bi xwe re bibin em bi lez û bez mîna dînan ji mal derketin. Tu derfet ji bo nîqaşke li ser vê mijarê tune bû. Piştî çend deqeyan, mal wêran bû û bû xwelî."

El-Medhûn wiha domand: "Di wê saetê de pir giriyam. Me qet xeyal nedikir ku ez û zarokên xwe bê mal bimînin. Me ev mal bi kedeke mezin ava kir û encama karê temenê min e. Di kêliyekê de ji holê rabû û bû kavil. Lê çi bêjim dîsa hemdullah ku li ser serê me neanîn xwarê mîna ku bi serê kesên din hatiye."

Ne tenê El-Medhûn ev trajîdiya derbas kir, lê belê bi dehan malbatan heman çîrok jiyan. Ruxmî dijwariya wê kêliyê lê dîsa rewşa El-Medhûn ji rewşa gelek malbatên ku xanî li ser serê wan hatin rûxandin û bi temamî mirine baştir e. Li gorî Wezareta Tenduristiyê ya Xezayê ji ber êrişên artêşa Îsraîlê ya li ser avahiyên sivîlan 13 malbatên filistinî bi temamî hatine qetilkirin.

BÎLANÇOYA QURBANÎ Û WÊRANIYÊ

Li gorî Wezareta Tenduristiyê ya Xezayê 248 filistînî di nav de 66 zarok û 39 jin (di nav de 3 jinên ducanî) û 17 kesên temenmezin hatin qetilkirin û hezar û 948 kesên din jî birîndar bûn.

Her wiha di dirêjahiya 11 rojan de derdora 75 hezar kes ji malên xwe koçber bûn. Zêdetirî nîvê wan di dibistanên girêdayî Neteweyên Yekbûyî (NY) de bi cih bûne. Piştî ragihandina agirbestê gelek ji wan vegeriyan malên xwe yên ku zirar dîtine. Lê kesên ku malên wan wêran bûne di dibistanan de man.

Wezareta Kar û Niştecihbûnê ya Giştî ya Xezayê ragihand ku ji ber êrişan 230 avahiyên ku ji  991 malên niştecihbûn û bazirganiyê pêk dihat de hatine rûxandin. Her wiha 678 malan jî zirarên mezin dîtine û êdî tê nayê jiyîn. 12 hezar û 886 malên niştecihbûnê jî zirar dîtine.

Her wiha 48 avahiyên perwerdeyê di nav de 44 dibistan, du baxçeyên zarokan, navendeke perwerdeya pîşeyî ya UNRWA, Ajansa Xos û karên û barên penaberên filistînî, gerînendeyeke wezareta perwerde û fêrkirinê û gelek avahiyên zanîngehê zirar dîtine.

Ji ber êrişan torên kanalîzasyonê û avê, sahrîcên kişandina avê, bîr û stasyoneke ava vexwarinê jî wêran bûn û zirarên mezin gihaşt qada çandiniyê.

`ENCAMÊN ŞER DERÎ LI BER ŞEREKÎ DIN VEDIKE`

Li gorî çavdêrên ku rewşa herêmê dişopînin, zirar û wêraniya ku çêbûye nîşaneya aloziya dema bê a ku Xeza wê tê re derbas bibe eşkere dike. Xeza ku ev zêdetirî 14 sal in ji aliyê Îsraîlê ve hatiye dorpêçkirin, di nava aloziyên jiyanî û aborî yên dijwar de ne û zirarên şer ên ku çêbûne dê van aloziyan kûrtir bikin.

Dibe ku ev zirar rê li ber şerekî din veke. Îsraîl her car derbasbûna alîkariyên navneteweyî û projeyên avakirina avahiyan bi berdêlên siyasî ku dixwaze ji komên Filistînê yên li Xezayê bi dest bixe, pêk tîne. Ev yek jî dê nakokiyeke din ku nayê texmînkirin pêk bîne.

Ev rapor di mercên ku komên Filistînê yên li Xezayê û artêşa Îsraîlê tê re derbas dibin de, derdikeve holê. Li gorî gelek çavdêran ev agirbest bê lihevkirineke diyar pêk hatiye. Ev tê wateya ku nakokî hîna berdewam e. Ne diyar e ku di kîjan kêliyê de şerekî ji berê dijwartir rû bide. Hin çavkaniyên din jî ragihandin ku Misir hewl dide fişareke mezin bike da ku agirbestê bide bidomîne.

Di vê çarçoveyê de analîzvan dibêjin, serdana plankirî ya Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Anthony Blinken a ji bo Îsraîl û Filistînê ku dê di rojên çarşem û pêncşemê de pêk were dê agirbesta li Xezayê xurtir bike.

(şx)

ANHA