Rewşenbîrên Reqayê Komeleya Marî ji nû ve aktîf kir

Rewşenbîrên Reqayê ji nû ve aktîvkirina Komeleya Marî ya Çand, Huner û Jînegehê ragihand  û got ku dê ev komele piştevaniya çand û jînegehê bike.

Rewşenbîrên Reqayê Komeleya Marî ji nû ve aktîf kir
22 gulan, 2021   20:56
REQA

Komeleya Marî ya Çand, Huner û Jînehê di 2006’an de hate avakirin û ji ber buyer û aloziyên li Sûriyê rawestî. Rewşenbîrên Reqayê bi pêxistina mûman li Parka Şehîd Hevrîn Xelef ragihand ku dê ji nû ve komeleyê aktîf bikin.

Çalakiya jinûve aktîfkirinê bi rêya pêxistina mûm, daliqandina wêneya şehîd Hevrîn Xelef û diruşmên bi banga aştiyê, li dar ket.

Girêdayî mijarê, endama Meclisa Rêveber a Komeleya Marî û şêwekar Ehmel Etar wiha got: "Bi rêya çalakiya bi banga aştiyê wan ji nû ve aktîfkirna Komeleya Marî ya Çandê ragihand û dê komele bibe desteka çandê."

Li aliyekî din jî seroka Meclîsa Rêveber a Komeleya Marî ya Çandî Celaa Hemzawî wiha got: "Komele li Reqayê hate damezirandin û me dikir şax û nivîsgehên dîtir li erdnîgariya Sûriyê ava bikira, lê rewş ne guncaw bûn."

Celaa Hemzawî wiha domand: "Em niha ji nû ve wek komeleyek dest bi kar û barên civakî dikin û girîngiyê didin çand, huner û çandê. Lê belê girîngiya zêde li ser çandê bi hemû aliyên wê ye, ji roman, çîrok û şano. Her wiha hunera şêwekariyê jî ku ji destpêkê ve komele girîngiyê dide wê."

Celaa Hemzawî wiha bi dawî kir: "Em ê girîngiyê bidin aliyên çandî yên paşguhkirî, mîna şano, stran û mûzîkê, her wiha em balê bidin jînegehê û dê nivîsgehên komeleyê piştî civîna desteya giştî di demeke nêz de aktîf bikin."

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/Ivmd1OvSbRI" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>