​​​​​​​Li gundewarê rojhilatê Reqayê parêzerek hat kuştin

Li bajarokê El-Keramê yê rojhilatê Reqayê kesên nenas parêzerek kuşt.

​​​​​​​Li gundewarê rojhilatê Reqayê parêzerek hat kuştin
23 gulan, 2021   05:46
REQA

Şeva din saet derdorê 12:00`an, li nêzî bajarokê El-Keramê yê rojhilatê Reqayê kesên nenas ên li motorsklêtekê siwar bûbûn gule li parêzer Xalid El-Mîzan reşandin û ew kuşt.

Têkildarî bûyerê Hêzên Ewlekariya Hundirîn dest bi lêpirsînê kir.

(cx)

ANHA