Li Şengalê li hemberî planên dagirkeriyê gel li ber xwe dide

Ji beriya çend mehan ve gelê herêma Şengalê ya Başûrê Kurdistanê li hemberî tevahiya plan û peymanên li dijî herêmê li ber xwe didin, gelo ew ê vîna gel bi ser keve û hemû planên dagirkeriyê bi bin kevin an na?

Li Şengalê li hemberî planên dagirkeriyê gel li ber xwe dide
21 gulan, 2021   08:29
KOBANÊ - MEYSAA AKARÎ

Dewleta Tirk a dagirker hîn jî gefan li herêma Şengalê ya Başûrê Kurdistanê dixwe û hewl dide rûbera dagirkirina erdên Kurdistanê berfireh bike. Her wiha hikumeta Iraqê û desthilata Partiya Demokrat a Kurdisatnê (PDK) jî gefan li projeya Rêveberiya Xweser a Şengalê dixwe ku piştî rizgarkirina herêmê hate avakirin.

Piştî serdana wezîrê parastinê yê dewleta Tirk Hulusî Akar a paytexta Iraqê Bexdayê ku beriya wê di qada çapemeniyê de nehatibû ragihandin, dewleta Tirk gefa dagirkirina herêma Şengalê xwar. Akar piştî Bexdayê serdana Hewlêrê kir.

Êdî nîşaneyên peymana di navbera her sê aliyan de derdikevin holê, mînaka wê jî gefên leşkerî yên Erdogan ên li dijî Şengalê ne.

Çavdêrên iraqî hişyarî da ku êdî nîşaneyên sînoreke ewlehiyê ya Tirk di nava axa Iraqê de diyar dibin, bi taybet piştî êrişên domdar ên dewleta Tirk ên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê. Li gorî çavdêran axaftina Tirkan a li ser “baregehên demkî”, lê di rastiyê de hebûna xwe ya leşkerî li herêmê di bin vî navî de vedişêre.

Hevserokê Meclisa Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) ya Herêma Firatê Osman Xelef axivî û got: "Hêzên dagirker di serî de dewleta Tirk ku hebûna Kurdan li kîjan deverê be tehemûl nake, her ku nuqteyeke lawaz di Kurdistanê de dibîne, êrişî wê dike, ev jî wekî gaveke destpêkê ya qirkirina gelê Kurd e. Ji ber ku Şengalê di gelek komkujiyan re derbas bûye û em dibînin ku gelek planên dagirkeriyê li dijî herêmê û gelên wê hene."

Osman Xelef destnîşan kir ku hevdîtin û peymanên beriya niha di navbera hikumeta Iraqê û dewleta Tirk de çêbûne, encama hewldana domdar a dewleta Tirk a qirkirina gelê Kurd e. Ji ber vê yekê berê xwe dide dewletên cîran da ku fitne û nakokiyan di navbera pêkhateyên wê de derxe, di heman demê de Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî lawaz bike.

ꞌARMANCA BIRYARAN ÇEWISANDINA MAFÊN GELÊ ŞENGALÊ YEꞌ

Osman Xelef diyar kir ku sîstemên desthilatdar dixwazin nameyan bişînin û ev jî di doza her çar ciwanên êzidî de hat diyarkirin û wiha domand: "Ger gel biryara hikumetê ya darvekirina 4 ciwanên êzidî qebûl neke, dê di pêşerojê de jî biryarên din werin girtin û bi vî rengî dê ji wan re dijwar be ku desthilatdariya xwe li ser wan ferz bikin.”

Têkildarî bertekên gelê Şengalê Osman Xelef ev xal rêz kirin: "Gelê me yê li Şengalê li hemberî vê biryarê xwedî bertekên baş bû ku armanca wê binpêkirina mafên gelê Kurd ê li Şengalê ye ku dixwaze mafê xwe yê di birêvebirinê û parastinê de biparêze, ji ber ku dizane li herêmên wan derveyî xwerêvebirinê tu rê ji bo peydakirina ewlehiyê tune ne."

Piştî qetilkirina 2 ciwanên ji eşîra El-Şimer di 16`ê Îlona 2020`an de li ser rêya Til Ezîr û Şengalê, hêzên ewlehiyê yên Iraqê piştî bûyerê û di heman rojê de 4 ciwanên êzidî bi tawana ku wan her du ciwan qetil kirine, girtin ku temenê wan kêmî 20 saliyê bû. Dûre dadgeha cezayan a Nînewayê di 21`ê Nîsana derbasbûyî de biryara darvekirinê li dijî her çar ciwanan da.

Ji destpêka biryara darvekirinê ve li Şengalê û herêmên din ên ku êzidî lê dimînin, meş û çalakiyên protestoyê li dar dikevin.

ꞌGELEKÎ BIRYARDAR Û BERXWEDÊRꞌ

Li gorî nirxandinên gelek çavdêrên siyasî, piştî ku gelê Şengalê xwe bi rêve bir û planên dagirkeriyê yên li dijî herêmên xwe û yên qirkirinê nas kirin, dewleta dagirker a Tirk bi hevkariya hikumetên Iraqê û Başûrê Kurdistanê hewl dide bi rêya peymanên li ser hesabên gelê Şengalê herêmê dagir bike û bixe bin kontrola xwe.

Têkildarî berxwedana gelê Şengalê ya li dijî planên dagirkeriyê, endamê Rêveberiya Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Firatê Arif Balî axivî û got: "Piştî ku şêniyên Şengalê bûn xwedî vîneke xurt, berjewendiyên xwe nas kirin û piştî 74 fermanên pê re rû bi rû mane, dê derfetê nedin tu desthilatan ku wan hikum bikin û hîn jî li dijî tevahiya sûcan û êrişan li ber xwe didin. Her wiha ji bo mayîndekirina rêveberiya xwe ya xweser û rêveberiya herêmên xwe yên ji bo parastinê gelên xwe bi israr in."

Balî teqez kir ku gelê herêmê piştgiriya berxwedana gelê Şengalê ya li dijî tevahiya planên dagirkeriyê dikin û dê heta bi destxistina serkeftinê li Şengalê û hemû herêmêna Kurdistanê şopdarên rêya şehîdan bin. Her wiha Bang li şêniyên Şengalê kir ku asta têkoşînê li dijî dewleta Tirk a faşîst zêde bikin û di hemû xebatên xwe de vîna gel esas bigirin.

Di dawiyê de Afrif Balî got: "Projeya neteweya demokratîk ku Rêveberiya Xweser temsîla wê dike û tevahiya pêkhate û ol beşdarî rêveberiya herêmên xwe dibin, ew projeyeke nimune ya pêkanîna adalet, wekhevî û demokratiya di navbera gel û rêveberiyan de ye, li ser vê yekê têkoşîna gelê Şengalê rêya yekane ya misogerkirina azadî û demokratiyê li herêmên me ye."

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/5OZgfYwwCyc" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>