‘Fikirên rêber Abdullah Ocalan ji bo rizgarkirina jinan rê vekir’

Çalakvanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dibêjin ku fikirên rêber Abdullah Ocalan ji bo rizgarkirina jinan rê vekir ku beşdarî şoreşê bibin û civakeke demokratîk ava bikin.

‘Fikirên rêber Abdullah Ocalan ji bo rizgarkirina jinan rê vekir’
21 gulan, 2021   09:20
KOBANÊ-NÎHAD KERHO

Dewleta Tirk a dagirker ji dema dîlgirtina rêber Abdullah Ocalan 1999`an ve tecrîdeke giran li ser dimeşîne û ji 2019`an ve jî rê nade ku parêzer û malbat pê re hevdîtinan pêk bînin. Her wiha hemû cureyên tecrîda derûnî û bedenî li dijî rêber Ocalan dimeşîne.

Rêber Abdullah Ocalan di parêznameyên xwe de bala gel dikişîne ser rêya têkoşînê, ji ber ku dît têkoşîna ji bo azadiyê sed qatan baştir ji radestbûnê û got:"Azadî ji nan û avê girîngtir e, lê ger we got av û nan pêwîstiyên sereke ne, hingê hûn dikevin rewşeke dijber a ji bingehên jiyanê yên bi nirx û ev sedemeke sereke ya we ber bi tunebûnê ve dibe."

Cîgira Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Herêma Firatê Emîne Bekir got:"Di salên dawî de me dît ku çi li Rojhilata Navîn qewimî û çawa fikrê rêber Abdullah Ocalan bandor li buyeran  kir, bi taybet şoreşên azadiyê ku gel pê rabûye, bandoreke mezin li rêveçûna bûyeran kir."

Emîne Bekir di berdewamiya gotina xwe de diyar kir:"Bandora mezin a ji fikrê rêbertî derket, ew bû ku gel xwe û sextekariya sîstemên ên ku desthilatdariya xwe li ser dimeşandin nas kir. Dema ku piraniya dewletan ev guhartin di fikrê gelan de dît, di serî de dewleta Tirk a dagirker ku asta bandora fikrê rêbertî dît, di hundirê girtîgehê de tecrîd li ser ferz kir. Armanca vê tecrîdê têkbirina fikrê azad e."

Endama Rêxistina Sara, Foziyê Hinêfî got:"Rêbertî mîrasek da jinan ku bi sedsalan jê bêpar mabû û fikrê xwe xist xizmeta zindîkirina bîrweriya gelan, da ku jin mafê xwe yê hatiye desteserkirin ji nû ve bi dest bixe. Ev fikrê rêber Ocalan bû dijberê fikrê civaka baviksalarî û bi taybet li Rojhilata Navîn. Ji ber vê yekê felsefeya wî ji aliyê sîstemên destpot ve rastî bertekan hat."

Foziyê Hinêfî ev li gotina xwe zêde kir:"Jinan bi rêya azadiya ku Rêbertî da wan xwe nas kir, gavên mezin avêt û îro Rêbertî di girtîgehê de azara tundiyeke mezin dikişîne. Tundî ne kiryarên li dijî benda mirovan tê kirin e, lê belê îşkenceyeke derûnî ye ku mirov pê re rû bi bû ye. Ruxmî vê rêber Ocalan ev dijwarî derbas kir û karî fikrê xwe derxe û belav bike."

ꞌSERKEFTINA JINAN DI ŞOREŞÊ DE GIRÊDAYÎ SERKEFTINA WAN YA DI PERWERDEYÊ DE YE’

Rêber Abdullah Ocalan di parêznameya xwe de bang li jinan kir ku serî hildin û ber bi azadiyê ve biçin, ji ber ku dît asta azadiya şoreşê bi asta rêxistinkirin û pêkanîna pratîkê ve girêdayî ye, di heman demê de her ku şoreş bi rêxistin bibe dê serkeftinan qezenc bike û serkeftina jinan a di şoreşê de girêdayî asta serkeftina wan a di perwerde, rêxistin û kar de ye.

Têkildarî vê yekê Foziyê Hinêfî destnîşan kir ku rola jinan di civakê de tune bû û karê wê tenê xwedîkirina zarokan bû, lê bi zayîna fikrê Rêber Ocalan li Rojhilata Navîn pêş ket û rê li pêşiya wan fikir ku rêya baş nas bike û ber bi azadiyê ve biçe. Foziyê Hinêfîev derbirî:"Ev e ya ku em di pratîka Rojavayê de dibînin, jin bûye nîvê civakê û di saziyên Rêveberiya Xweser de roleke mezin dilîze."

Têkildarî mijarê cîgira Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Herêma Firatê Emîne Bekir da zanîn ku jin deyndarên Rêber Abdullah Ocalan in ji ber ku fikrên xwe ji bo jinan veqetand û ev lê zêde kir:"Jiyanek da wan ku beriya niha bi hezaran sal di hundirê sîstemên şovînîst de hatibûn paşguhkirin, ji ber ku  bi taybetmendiya baviksalarî têne naskiirn, lê îro em dibînin ku rola jinan piştî Şoreşa Rojava serûbinî hev bûye û di tevahiya saziyên Rêveberiya Xweser de bûye xwedî rol."

Emîne Bekir di dawiyê de bang li jinan kir herî kêm dakevin qadan û banga azadiya Rêber Abdullah Ocalan bikin ku ji bo wan jiyana xwe feda kir.

(eh)

ANHA