​​​​​​​Gerîla TV dîmenê li dijî Qeymeqamtiya Çelê weşand

Gerîla TV dîmên çalakiya 3'ê Gulanê ya Hêzên Parastina Hewayî ya Şehîd Delal ku li dijî Qeymeqamiya Çelê li dar xistibû weşand.

​​​​​​​Gerîla TV dîmenê li dijî Qeymeqamtiya Çelê weşand
21 gulan, 2021   08:21
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser mijarê ev daxuyanî da:

"Hêzên me yên Parastina Hewayî yên Şehîd Delal 3'ê Gulanê di saet 16:10'an ji hewayê ve li avahiya qeymeqamtiyê a li navçeya Çelê ya Colemêrgê xistin. Ev çalakî bi rengekî serketî pêk hat."