Rojnameyên erebî: Rûsya guhartina demografiya Sûriyê didomîne

Rojnameyên erebî diyar kir ku Rûsyayê bi hevkariya Tirkiye û Îranê siyaseta guhartina demgrafiyê li Sûriyê didomîne; çete ji başûrê Sûriyê veguhastin bakurê Sûriyê yê dagirkirî, li aliyekî din jî agirbesta di navbera Îsraîl û komên Filistînê de kete meriyetê.

Rojnameyên erebî: Rûsya guhartina demografiya Sûriyê didomîne
21 gulan, 2021   08:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî yên îro behsa liv û tevgera Rûsyayê ya li Sûriyê û rageşiya li Filistînê kir.

ꞌRÛSYA ÇEKDARÊN SÛRÎ DIŞÎNE HERÊMÊN JI ALIYÊ TIRKIYÊ VE HATINE DAGIRKIRINꞌ

Têkildarî rewşa Sûriyê rojnameya Şerq El-Ewsat îşaret bi berdewamkirina Rûsyayê ya ji siyaseta guhartina demografiya li herêmên Sûriyê ya bi hevkariya dagirkeriya Tirk û Îranê kir û di vê derbarê de rojnameyê diyar kir ku hêzên Rûsyayê duh 159 komên çekdar ji gundewarên Qinêtrayê ya başûrê welêt şand herêmên li bakurê Sûriyê di bin kontrola artêşa Tirk de.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) duh ragihandibû ku 3 wesayît derbasî bajarokê Um Batîne yê parêzgeha Qinêtrayê bûn da ku 30 çekdaran tevî malbatên wan derbasî bakurê Sûriyê bikin. Ev gav jî piştî peymana di navbera şaxê ewlekariya leşkerî ji aliyekî ve û di navbera komîteya navendî ya Hewran û hin rûspiyên herêmê de ku bi navbeykariya Rûsyayê pêk hatiye, hate pêkanîn. Tê payîn ku berê wesayitan li herêma Bab a dagirkirî be ya li gundewarên bakurê rojhilatê Helebê be.

‘AGIRBESTA DI NAVBERA ÎSRAÎL Û FILISTÎNÊ DE KETE PRATÎKÊ’

Têkildarî rewşa Filistînê rojnameya Akaz ev xal diyar kir: "Agirbesta di navbera Îsraîl û Filistînê de vê sibehê kete pratîkê.

Misirê peymana agirbestê ya di navbera her du aliyan de ya li Xezayê, li gorî dema Filistînê saet di 02:00`yan de ragihandibû.

Qahîre dê 2 şandeyên ewlekariyê bişîne Til Evîv û herêmên Filistînê da ku tedbîran bigirin û li ser tedbîrên pêşwext ên der barê parastina ewlehiya domdar de li hev bikin.”

‘HEFTER LI PÊŞBERÎ PIRSGIRÊKEKE NÛ YE’

Têkildarî rewşa Lîbyayê rojnameya El-Ereb ev nivîsand:"Serdanên nûnerên êlan û herêmê ya ji bo Tarablusê û hevdîtina bi serokê hikumetê Ebdulhemîd El-Debîbe re nameyek ji serokê giştî yê artêşê Xelîfe Hefter re ragihand; di nameyê de hate gotin ku pêknehatina serdana ji Binxazî re nayê wateya qutkirina peywendiyan di navbera pêkhateyên wê yên civakî de. 

Ev serdan Hefter bi pirsgirêkeke nû re rû bi rû dihêle ku yan dê xwe radestî hikumeta nû bike yan jî dê baregehên xwe yên li herêmên rojhilat winda bike.

Ev vexwendin nakokiyên li bajarê Binxazî bi fermandariya leşkerî ya serokê parlamentoyê Aqîle Salih re nîşan dide.”

(eh)