ꞌArmanca tecrîdê têkbirina fikir û felsefeya neteweya demokratîk eꞌ

Rewşenbîrên Dêrikê destnîşan kir ku armanca dewleta Tirk ji tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan ew e ku gelê Kurd ji Rêber Ocalan bi rûxistin û belavkirina fikira wî asteng bikin.

ꞌArmanca tecrîdê têkbirina fikir û felsefeya neteweya demokratîk eꞌ
20 gulan, 2021   01:34
QAMIŞLO-ÎSAM EBDULLAH

Desthilata Tirk ji 1999`an û heta niha ve tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan berdewam dike û pîvanên navneteweyî yên parastina mafên girtiyan bin pê dike.

Her çiqasî parêzerên Rêber Abdullah Ocalan daxwazname ji serdozgariya giştî re pêşkêş dikin ku bi Rêber Abdullah Ocalan re bicivin, ku li gorî qanûnên navneteweyî yên taybet bi girtiyan ev mafekî rewa ye, lê dewleta Tirk ji 2019`an ve rê li pêşiya hevdîtinan digire.

/kr/uploads/files/2021/05/19/184339_-_1.webp

Têkildarî mijarê helbestvan Enwer Sofî got tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan binpêkirina mafên gelê bindest û banga azadiya wan e, nexasim destpotiya ku dewleta Tirk li dijî mafên gelê Kurd ji tesfiyekirin û qirkirinê pêk tîne.

ꞌDIVÊ GELÊ TIRK VÊ SIYASETÊ QEBÛL NEKEꞌ

Enwer Sofî wiha got: "Dewletên dagirker Kurdistan dagir kiriye, dabeş  kir. Lê gelê Kurd tu zulmê li kesekî nake, armanca wê biratiya gelan û jiyana hevbeş a li ser rêgeza fikir û felsefeya rêber Ocalan e. Rêber Ocalan rêberê gelên azadîxwaz e."

Sofî destnîşan kir ku gelê Tirk divê vê siyaseta ku dewleta Tirk li dijî Rêber Abdullah Ocalan dide meşandin, nepejirîne û wiha domand: "Ji ber ku fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan li seranserî cîhanê belav bûye û bi sedan hezaran ji tevahî pêkhate û gelên banga biratî û aştiyê dikin xwe dispêrin wê felsefeyê."

Sofî da zanîn Rêber Ocalan rastî zilmê hatiye û got:"Rêber Abdullah Ocalan rastî zilmê hat wekî zilma li dijî Nelson Mandela dihat meşandin û piştre ji girtîgehê derket û ji gelê xwe re bû  sembol. Rizgarkirina rêbertî ji berjewendiyên gelên Rojhilata Navîn ên bindest e, da ku azadiya xwe ya jê hatiye standin, misoger bikin."

Enwer Sofî îşaret bi siyaseta Tirkiye li dijî gelê Kurd dide meşandin kir û ev nirxandin kir: "Armanca dagirkerên Kurdistanê, ew e ku gelê Kurd têk bibin, mînaka wê jî rewşa li Zap, Metîna û Avaşîn e û bêdengiya dewletan, nexasim hikumeta Iraqê ya navendî û Hewlêrê ya li hemberî sûcên Tirkiye li Herêmên Parastinê yên Medyayê pêk tîne. Tevahiya parçeyên Kurdistanê bi hev ve girêdayî ne û divê gelê Kurd li hemberî van sûcan  yekitiya xwe ava bike."

Enwer Sofî eşkere kir ku dewleta Tirk dixwaze xewna xwe ya berfirehkirina împaratoriya Osmanî zindî bike, ji ber vê yekê li Başûrê Kurdistanê baregehan ava dike, her wiha DAIŞ`ê zindî dike, wan perwerde dike û ji aliyê leşkerî û madî ve piştgiriya wan dike, da ku berjewendiyên xwe pêk bîne.

Enwer Sofî di dawiya axaftina xwe de bêdengiya navneteweyî ya li hemberî sûcên li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk tên û girtina siyasetmedar û rojnamevanan ku bêyî sedem wan diavêjin girtîgehên Tirkiyê, rexne kir.

/kr/uploads/files/2021/05/19/184350_-.webp

Nivîskar Xalid Qasim axivî û got: "Armanca tecîrdê ew e ku fikir û felsefeya neteweya demokratîk were têkbirin."

Qasim destnîşan kir ku şoreşa li Bakur û Rojhilatê Sûriyê  dest pê kir xwe spart gotina Rêber Abdullah Ocalan; Divê xebat li ser bingeha rêgeza biratiya gelan be. Encamên wê jî di pratîkê de diyar dibin, nexasim ku gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi aramî û ewlehî dijî.

ꞌTIRKIYE HEWL DIDE GELÊ KURD JI RÊBER OCALAN BI DÛRXEꞌ

Qasim diyar kir ku herêmên ku rêgeza felsefeya neteweya demokratîk di jiyana hevbeş û biratiya gelan de bingeh girtiye, encamên erênî di hevkariya pêkhateyan de eşkere bûn, her wiha tu nakokî û şerê hundirîn jî çênebûn. Berovajî wêranî û azarên li herêmên dîtir ên di bin serweriya kom û hikumeta Şamê de.

Xalid Qasim eşkere kir ku dewleta Tirk dixwaze Rêber Abdullah Ocalan ji gel bi dûrxe û ev nirxandin kir: "Dewleta Tirk çareseriyên ku rêber Ocalan pêşniyar kirine naxwaze. Ji ber çareseriyên rêber Ocalan banga bidawîkirna nakokî, şer û belavkirina aştî û biratiyê dike. Lê gelê Tirk hîna jî hedefa rastîn a vê fikirê nizane."

Xalid Qasim di dawiyê de wiha got: "Sûcên ku dewleta Tirk dike, ji aliyê pêkhateyên herêmê û hiquqnasan ve rastî şermezarkirinê hatin, ji lew re gelek hemle ragihandin da ku tecrîda li ser rêbertî rakin, em jî bi rêya xwe piştgiriya van însiyatîfan dikin û divê were zêdetkirin ku dawî li tecrîdê bîne."

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/e8EKX2KlUiE" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>