ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN 20-5-2021`AN

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN 20-5-2021`AN
19 gulan, 2021   23:00

- Rewşenbîrên Dêrikê destnîşan kir ku armanca dewleta Tirk ji tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan ew e ku gelê Kurd ji Rêber Ocalan bi rûxistin û belavkirina fikira wî asteng bikin.(BI WÊNE Û DÎMEN)

- Malbatên şehîd Zafer Tolhildan û şehîd Canfeda Hesekê ku bi çekên kîmyewî di êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li herêmên Avaşîn û Mamreşo de hatin qetilkirin, bang li hêzên navneteweyî kir û ji bijîşk û heyetên serbixwe xwest ku cenazeyên gerîlayan lêkolîn bikin.(BI WÊNE Û DÎMEN)

KURDISTAN

- Artêşa Tirk a dagirker li hember berxwedana gerîlayan têk diçe û çekên kîmyewî bi kar tîne. Der barê van sûcên şer de ku  di rojnameyên cîhanê de jî cih girt, fermandarê NPG’ê Murat Karayilan da zanîn ku 7 gerîlayên li herêma Mamreşo ya li çiyayên Zagrosê şehîd bûbûn, bi çekên kîmyewî hatine qetilkirin.(BI WÊNE)

JIN

- Meral Çîçek anî ziman ku li dijî êrişên gerdûnî yên li ser jinan, di çarçoveya armancên kampanyayê de demên pêş wê dadgeheke alternatîf yên jinan ava bikin û rojekê dîrokî ji bo têkoşîna jinan ragihînin.(BI WÊNE Û DÎMEN)

- Jinên li Minbicê tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û gotin: “Bi rêya fikirê rêber Ocalan rizgar bûn û rastiya jinan nas kir." Jinan bang li rêxistinên hiqûqî kir ku tecrîdê bi dawî bikin.(BI WÊNE Û DÎMEN)

- Hevseroka Meclisa Navçeya Dirbêsiyê Edla Misto diyar kir ku qutkirina ava Firatê ji aliyê dewleta Tirk ve zêdetirî milyonek kez bê av hişt. Dewleta Tirk ji vê yekê armanc dike ku tevliheviyê li herêmê derxe û şêniyan neçar bike dev ji warên xwe ber din û demografiya herêmê biguhere.(BI WÊNE Û DÎMEN)

POLÎTÎKA

- Endamê Komîteya Navendî ya PDKS'ê Remzî Şêx Mûs got, hemû dewletên cîhanê li hember êrişên dewleta Tirk ên li dijî gelê Kurd û bikaranîna çekên qedexekirî ku herî dawî li Avaşînê hatin bikaranîn, bêdeng in û bi vê yekê di siyasetên xwe de bê exlaq tevdigerin.(BI WÊNE Û DÎMEN)

- Siyasetmedarên Helebê bang li partiyên kurdî kir ku li hember êrişên artêşa Tirk a dagirker ên li dijî Herêmên Parastina yên Medyayê helwestên cidî nîşan bidin û got ev êriş tevahî Kurdan dikin armanc.(BI WÊNE Û DÎMEN)

- Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Yekitiya Demokratîk a Kurd li Sûriyê (Yekîtî) Muslim Şêx Hesen got: "Eger civaka navneteweyî çareseriyeke rasteqîn û bilez ji aloziya li Sûriyê re dixwaze, divê hemû hêzên li ser erdê beşdarî civînên ku li ser astên navneteweyî li dar dikevin, bibin. Dûrxistina Rêveberiya Xweser ji civînên navneteweyî ne çareserî ye lê belê aloziyê girêktir dike."(BI WÊNE Û DÎMEN)

CIWAN

-Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan a Kobanê bi armanca piştgiriya berxwedana gerliyan li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê li navçeya Şêran saet 10:00`an meşekê li dar dixe.(BI WÊNE Û DÎMEN)

HEVPEYVÎN

- Pisporê kar û barên Tirkiyê Dr. Mihemed Nûredîn got armanca stratejîk a dewleta Tirk ji êrişên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê vejandina “sînorên Mîsaqa Millî” ye û diyar kir ku armanca mezin tevlêkirina wan herêman ji Tirkiyê re ye.(BI WÊNE Û DÎMEN)

CIVAK Û JIYAN

- Karesata mirovahî ya ku di encama qutkirina avê Firat de derketiye, roj bi roj mezin dibe û dibe sedema guhartina avhewayê, qirêjiyê û têkbirina beşê çandiniyê.(BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA