'Bikaranîna çekên qedexekirî encama bêdengiya civaka navneteweyî ye'

Endamê Komîteya Navendî ya PDKS'ê Remzî Şêx Mûs got, hemû dewletên cîhanê li hember êrişên dewleta Tirk ên li dijî gelê Kurd û bikaranîna çekên qedexekirî ku herî dawî li Avaşînê hatin bikaranîn, bêdeng in û bi vê yekê di siyasetên xwe de bê exlaq tevdigerin.

'Bikaranîna çekên qedexekirî encama bêdengiya civaka navneteweyî ye'
19 gulan, 2021   23:41
HELEB- MIHEMED EBDO

Gelek rojname û ajansan nûçeyên bikaranîna çekên kîmyewî yên qedexekirî ji aliyê dewleta Tirk ve li herêma Avaşînê ya çiyayên Kurdistanê, belav kirin. Ev ne cara yekê ye ku dewleta Tirk çekên qedexekirî bi kar tîne da ku têkçûn û wendahiyên xwe veşêre.

Têkildarî mijarê, ANHA`yê bi endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokratîk a Kurd li Sûriyê (PDKS) Remzî Şêx Mûs re hevpeyvînek çêkir. Şêx Mûs teqez kir ku divê gel di parastina mafên xwe de berpirsiyar be û dengê xwe bigihîne qadên navneteweyî.

Şêx Mûs diyar kir ku bikaranîna çekên kîmyewî li Avaşînê û deverên din ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve, sûc e û cihê şermezariyê ye û da zanîn ku ev ne cara yekê ye ku dewleta Tirk çekên kîmyewî bikar tîne. Şêx Mûs bi bîr xist ku dewleta Tirk sivîlên Efrînê jî bi çekên kîmyewî hedef girtin û li Serêkaniyê çekên qedexekirî wekî Napalm û Fosfora spî  bi kar anîn.

Şêx Mûs destnîşan kir ku van hemû belge û îsbatên ku li pêş çavên cîhanê hatin raxistin hatin paşguhkirin û wiha dewam kir: “Çima dema ku mijar Kurd be tevahî cîhan çavên xwe digire? Mixabin dema ku exlaq di nava siyasetê de tune ye, encamên siyasî yên bi vê rengî yên dûrî mirovahiyê û dûrî exlaq derdikevin holê. Armanca sereke jî pêkanîna berjewendiyan e. Mixabin ev yek ji bo hemû dewletên cîhanê derbasdar e.”

Şêx Mûs got heke em bixwazin di mijarê de kûr bibin, divê ew li dîrokê vegerin û komkujiya Helebçeyê ku heya demekê dirêj hatibû veşartin, bînin bîra xwe.

Şêx Mûs diyar kir ku bikaranîna çekên qedexekirî encama bêdengiya civaka navneteweyî ye û got: “Mixabin dewletên mezin ku banga aştî û mirovahiyê dikin, bêdengiya xwe bi wê yekê rewa dikin ku hîna ew ji bikaranîna wan çekan ne piştrast in û tu belgeyên ku sûcên hevalbendên wê îsbat bikin tune ne.”

Şêx Mûs wiha lê zêde kir: “Çima cudahiyê dixin navbera kiryarên rêjîma Sûriyê li Dûma û deverên din û kiryarên dewleta Tirk ên li dijî gelê Kurd. Ev mînaka bêexlaqiya ku di şerê Sûriyê de tê meşandin e.”

Şêx Mûs her wiha da zanîn ku sûcên qirkirina etnîkî, qirkirina komî, guhertina demografiyê yên li dijî Kurdan li herêmên dagirkirî pêk tên, ji bandora çekên kîmyewî mezintir in.

Endamê komîteya Navendî ya PDKS'ê Remzî Şêx Mûs di dawiya axaftina xwe de bang li gelê Kurd kir ku ji bo parastina mafên xwe bixebitin û dengê xwe bigihînin civaka navneteweyî da ku bi rêya gelên azadîxwaz zextê li wan welatan bikin.

(dx)

ANHA