Hunera nûjen…mijara semînera komxebata Rojava ya 3’yan bû

Di çarçoveya rêzesemînerên komxebata Rojava ya 3’yan de îro li Peymangeha Hunerên Bedew a Zanîngaha Rojava Mihemed Emîn Ebdo semînerek da û tê de îşaret bi hunera nûjer û hemwext û bandora teknolojiya li ser wê kir.

Hunera nûjen…mijara semînera komxebata Rojava ya 3’yan bû
Hunera nûjen…mijara semînera komxebata Rojava ya 3’yan bû
Hunera nûjen…mijara semînera komxebata Rojava ya 3’yan bû
Hunera nûjen…mijara semînera komxebata Rojava ya 3’yan bû
19 gulan, 2021   19:20
QAMIŞLO

Di roja duyemîn a komxebata Rojava ya 3’yan de li navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê ya bajarê Qamişlo semînerek têkildarî hunera nûjen û hemwext hate dayîn.

Mamosteyê Peymangeha Hunerên Bedew a Zanîngaha Rojava Mihemed Emîn Ebdo semînerek li ser hunera nûjen û hemwext da, jê hunerên nû yên wekî wênexêziya dîjîtalê ku di nava şêwekaran de bi xurtî belav bûye.

Mihemed Emîn Ebdo wiha got: Di 1900’î de huner, dibistan û guhartinên di civaka fransî û ewropî de derketin, bi wê re dibistanên hunerî ku bandora wan li ser pêşeng û alîgirên wê ji aliyê fikirî ve hebûn, bi pêş xistin. "

Mihemed Emîn Ebdo wiha domand: "Van dibistanan rastiya rageşiya çînî ya xurt a li Fransayê eşkere kir. Van dibistanan heta asteke mezin û heta Şerê Cîhanê yê Duyemîn xizmet ji çanda hunerê re kir û bi vî awayî hunera nûjen derket, ev derketin jî berdewama qonaxên beriya xwe bû. Piştre teknolojiya derbasî hunera şêwekariyê bû ku di roja îro de tê dîtin. "

Mihemed Emîn Ebbo destnîşan kir ku ev semînerên hunerî pir girîng in, da ku xwendina tabloyên şêwekarî ji temaşevanan re hêsan bibe. her wiha behsa pêwîstiya hevsengiya hunerê bi teknolojiya re kir, ew jî ji ber bandora wê ya mezin li hunerê bi gelemperî heye.

Semîner bi bersivdana Mihemed Emîn Ebdo ya pirsên beşdaran bi dawî bû.

(eh)

ANHA