El-Mihbaş: Biryara 119'an yek ji biryarên çaksazkirina darayî û aborî ye

Ebid Hamid El-Mihbaş diyar kir ku biryara 119 a têkildarî bilindkirina buhayên madeyên sotemeniyê di encama lêkolîneke berfireh de hate dayîn û yek ji biryarên ku dikeve çarçoveya xebatên çaksazkirina darayî û aborî.

El-Mihbaş: Biryara 119'an yek ji biryarên çaksazkirina darayî û aborî ye
18 gulan, 2021   16:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di 17'ê Gulanê de bi biryara 119'an buhayên madeyên sotemeniyê li herêmên rêveberiyê li gorî beşan zêde kir ku di navbera 100 heta 500 lîreyên Sûrî ji bo her lîtreyeke mazot e.

Li ser mijarê, Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ebid Hamid El-Mihbaş bû mêvanê bernameya "El-Hedes" ku li ser Ronahî Tv weşanê dike.  El-Mihbaş diyar kir ku Rêveberiya Xweser di gelek zehmetî û pêşketinan re derbas bû, dema ku Rêveberiya Xweser di 2014'an de hate ragihandin rewşa aborî nehatibû lêkolînkirin û li ser bingehê aboriyeke saxlem nehatibû sazkirin.

El-Mihbaş diyar kir ku ew niha hewl didin û dixebitin da ku pergala aborî û darayî di Rêveberiya Xweser de çaksaz bikin û got: "Divê em bizanibin ku aboriya herêma xwe dispêre berhemên xwezayî ku bi awayekî mehane an jî salane diçe."

Ebid Hamid El-Mihbaş bi domdarî got: "Aboriya herêmê niha xwe dispêre du berhemên sereke genim û petrol e, her du jî di pêvajoyeke xeter re derbas dibin. Em li pêşberî du vebijêran e, an planeke aborî û darayî lêkolînkirî pêk bînin ku ji bo domandina rêveberiyê  bibe destek û destkeftiyan ji şêniyên herêmê re pêk bîne, an jî xwe bispêrin rêbazên kevin ku ev jî xeteriyeke mezin li ser rêveberiyê ye û dê nikaribe xizmetan pêşkêşî şêniyên herêmê bike."

Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê diyar kir ku biryara têkildarî bilindkirina buhayê sotemeniyê encamên lêkolînên berfireh ji aliyê pisporên darayî û aborînasan ve hatiye dayîn û yek ji biryarên ku dikeve çarçoveya xebatên çaksazkirina darayî û aborî.

El-Mihbaş destnîşan kir ku aloziya Sûriyê ku temenê wê zêdetirî 10 sal e, bandoreke neyinî li civakî kir û di encamê de krîzeke aborî bi xwe re anî, ji ber vê yekê pêwîst bi sazkirina siyaset û stratejiya aborî li ser bingehê zanistî hebû.

Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ebid Hamid El-Mihbaş diyar kir ku dibe piştî bertekan biryara 119'an careke din bi ber çavan re were derbaskirin û got: "Ev rêveberî rêveberiya gel e, di girtina biryaran de em ne hişk in, hêza rêveberiyê heye ku careke din li gorî derfetan biryarê di ber çavan re derbas bike û nêrînên kolanê di ber çavan re bigire."

ANHA