Çeteyan li Efrînê welatiyekî Êzidî revand

Li gorî agahiyên ku ji bajarê Efrînê hatine girtin, çeteyên dewleta Tirk a dagirker welatiyekî Êzidî ji gundê Qestel Cindo yê Şerayê lêdan kir û wî revandin.

Çeteyan li Efrînê welatiyekî Êzidî revand
18 gulan, 2021   15:28
ŞEHBA

Li kantona Efrînê ya ji aliyê artêşa dewleta Tirk û çeteyên wê ve hatiye dagirkirin sûcên dermirovî didomin.

Çavkaniyekî ji kantona Efrînê ya dagirkirî ragihand ku çeteyên navê "Cebha El-Şamiya" li xwe dikin ên girêdayî dewleta Tirk a dagirker  di 24'ê Nîsana borî de welatiyê Êzidî Mistefa Ehmed Misto (58) revandin.

Li gorî heman çavkaniyan, Mistefa Ehmed Misto ji gundê Qestel Cindo ku bavê 4 zarokan e gelek caran ji aliyê çeteyên artêşa Tirk ve rastî astengiyan hat da ku ji gundê xwe were koçberkirin. Her wiha beriya ku were revandin fidiye jê xwestin ku gihişt 7 hezar dolarên amerîkî.

Çavkaniyan gotin, çeteyên "Cebha El-Şamiya" Mistefa Misto birin girtîgeha bajarê Ezazê û çarenûsa wî ne diyar e.

Li gorî çavkaniyan, sedema revandina Misto; di navbera wî û kesên li gund bi cih bûne de pevçûn derket û ji aliyê wan kesan ve bi giranî lêdan xwar.

ANHA