Li herêma “bêçek” şerê çeteyan û hikumeta Şamê didome

Li gundewarê rojavayê Helebê di navbera hêzên hikumeta Şamê û çeteyên dewleta Tirk de şerekî dijwar rû da. Hemwextî wê yekê her du aliyan nuqteyên hev topbaran kirin, hêzên hikumetê jî êrişî gundewarê başûrê Idlibê kir.

Li herêma “bêçek” şerê çeteyan û hikumeta Şamê didome
18 gulan, 2021   10:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Şeva din û heta vê sibehê, hêzên hikumeta Şamê û çeteyên dewleta Tirk nuqteyên hev li derdorê Mêznaz-Kefer Heleb a li gundewarê rojavayê Helebê, hedef girtin.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku hêzên hikuemta Şamê jî deverên li derdorê bajarê Etarib, gundê Kefer Emê yê rojavayê Helebê, herêmên din li Bare, Fetîra, Filêfil ên çiyayê Zawiyê ya gundewarê başûrê Idlibê topbaran kiriye.

Duh, balafirên şer ên Rûsyayê li dijî gundewarên Lazîqiyê û Idlibê herî kêm 12 êriş pêk anîbûn.

(cx)